Li Şehbayê şehîd Yekta Herekol hat bibîranîn

Komîna Şano ya Navenda Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê bi boneya Roja Şano ya Cîhanê şano pêşkêş kirin û şehîd Yekta Herekol bi bîr anî.

Li Şehbayê şehîd Yekta Herekol hat bibîranîn
Li Şehbayê şehîd Yekta Herekol hat bibîranîn
Li Şehbayê şehîd Yekta Herekol hat bibîranîn
Li Şehbayê şehîd Yekta Herekol hat bibîranîn
Li Şehbayê şehîd Yekta Herekol hat bibîranîn
Li Şehbayê şehîd Yekta Herekol hat bibîranîn
Li Şehbayê şehîd Yekta Herekol hat bibîranîn
Li Şehbayê şehîd Yekta Herekol hat bibîranîn
27 adar, 2022   14:45
ŞEHBA

Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û salvegera 18'an a şehadeta şehîd Yekta Herekol, Komîteya Şano ya Navenda Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê şano pêşkêş kir. Şano bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hatin pêşandan.

Piştî deqeya rêzgirtin, şanoya "Wesiyeta Bav" hate pêşandan. Şano balê dikişîne ser hevgirtina birayan li hemberî komployên derve.

Her wiha sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şanoger ê şehîd Yekta Herekol hate pêşandan ku li hemberî siyasetên înkarkirina nasname û çanda kurdî li qada Seedallah Cabirî ya Helebê agir berda bedena xwe.

Her wiha koma şano ya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo şanoya xwe ya "Mueleq" pêşkêş kir.

Di dawiyê de diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

ANHA