Şêniyên Dêrikê 96 şehîd bi bîr anîn

Şêniyên navçeya Dêrikê û gundewarên wê 96 şehîdên ku di mehên Çile, Sibat û Adarê de li dem û deverên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Şêniyên Dêrikê 96 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Dêrikê 96 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Dêrikê 96 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Dêrikê 96 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Dêrikê 96 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Dêrikê 96 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Dêrikê 96 şehîd bi bîr anîn
27 adar, 2022   11:44
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrikê bi merasîmekê 96 şehîdên ku di mehên Çile, Sibat û Adar de ku li çiyayên Kurdistanê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne, bi bîr anîn.

Merasîm li navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê li dar ket, piştre têkildarî perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên li ser şehîdan, sînivîsyonek hat weşandin. Dûvre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Oryan axivî û got: "Bîranîna şehîdan nûkirina soza şopandina rêya wan û parastina destkeftiyên bi saya wan hatine bidestxistine."

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rûbar Dêrik axivî û got: "Em di salvegera 50`yemîn a rûmet, têkoşîn, azadî û rûmeta gelê Rojhilata Navîn de ne, Em di 50`î saliya Newroz, demokrasî, biratiya gelan, jiyana aştiyane û felsefeya neteweya demokratîk a ku yekitiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir de ne."

Rûbar Dêrik anî ziman ku di şexsê şehîd Egîd de, ew hemû şehîdên meşeleya azadiyê ji gel re vêxistin, bi bîr tînin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(eh)

ANHA