​​​​​​​Şêniyên kantona Hesekê bi boneya Hefteya Lehengiyê çalakî li dar xistin

Şêniyên kantona Hesekê ji bo salvegera Hefteya Lehengiyê û bîranîna şehîdên hefteyê çalakiyên cuda li dar xistin, her wiha welatiyan diyar kir ku ew ê heta misogeriya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têbikoşin.

​​​​​​​Şêniyên kantona Hesekê bi boneya Hefteya Lehengiyê çalakî li dar xistin
​​​​​​​Şêniyên kantona Hesekê bi boneya Hefteya Lehengiyê çalakî li dar xistin
​​​​​​​Şêniyên kantona Hesekê bi boneya Hefteya Lehengiyê çalakî li dar xistin
​​​​​​​Şêniyên kantona Hesekê bi boneya Hefteya Lehengiyê çalakî li dar xistin
​​​​​​​Şêniyên kantona Hesekê bi boneya Hefteya Lehengiyê çalakî li dar xistin
​​​​​​​Şêniyên kantona Hesekê bi boneya Hefteya Lehengiyê çalakî li dar xistin
​​​​​​​Şêniyên kantona Hesekê bi boneya Hefteya Lehengiyê çalakî li dar xistin
27 adar, 2022   12:59
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Lehengiyê de, li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê semînerek li dar ket, Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Hesekê daxuyaniyek da û têkoşer Mezlûm Dogan, şehîd Egîd û şehîdên Tevgera Rizgariyê bi bîr anîn.

Di 21`ê Adarê de kadroyê pêşeng ê Partiya Karkerên Kurdistanê Mezlûm Dogan û di 28`ê Adarê de jî fermandarê partiyê Mahsûm Korkmaz (Egîd) şehîd dibin, ji ber vê yekê Kurdistaniyan navê vê hefteyê kir Hefteya Lehengiyê.

HESEKÊ

Dayikên Aştiyê li Hesekê û li goristana Şehîd Dijwar daxuyaniyek da. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya Dayikên Aştiyê de ev hate gotin: "Meşeleya ku Mezlûm Dogan ji bo xelasiya ji zilma di girtîgeha Amedê de vêxist, li hemû Kurdistanê belav bû."

Di berdewamiya daxuyaniyê de Dayikên Aştiyê bang li dayikên şehîdên ên li Kurdistanê û cîhanê kir ku li dijî zilm û zordariyê bisekinin û civakên li ser bingeha rêzdariya ji bo mirovahiyê, ava bikin. Her wiha bang li desthilata Başûr kir ku dev ji danûstandina bi MIT`a Tirk re berde.

Di dawiya daxuyaniyê de dayikên aştiyê anî ziman ku heta misogeriya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û avakirina civaka exlaqî ew ê têbikoşin.

Di dawiya bernameyê de, têkildarî meşeleya Mezlûm Dogan vêxist, sînevîsyonek hate weşandin.

DIRBÊSIYÊ

Bi heman boneyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarokê El-Xenamiyê ya kantona Hesekê, ji bo Hefteya Lehengiyê semînerek ji şêniyên navçeyê re li dar xist.

Endamê PYD`ê Ebdulwehab Xelef di semînerê de, îşaret bi kiryarên dewleta Tirk a dagirker kir û got: "Di girtîgeha Amedê de hovîtrîn sûc li dijî kadroyên PKK`ê hatin pêkanîn, da ku vîn û moralên wan bê şikandin.

Li hemberî vê yekê têkoşer Mezlûm Dogan 21`ê Adara 1982`yan agir berda bedena xwe û careke din meşeleya Newrozê vêxist.

Li navçeyên Dirbêsiyê, Qermanê, Til Kerm û Sêgir çar semînerên cuda hatin dayîn.

(eh)

ANHA