Çekdarên nenas li Derayê du ciwan kuştin

Çekdarên nenas du ciwan li bajarê Sanamên a bakurê Derayê kuştin.

Çekdarên nenas li Derayê du ciwan kuştin
27 adar, 2022   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di nav rewşa tevlihev ya li bajarê Dera ya li başûrê Sûriyê, çekdarên nenas du ciwan li bajarê Sanamên a gundewarê bakurê Derayê kuştin.

Li bajarê Derayê hîn jî rewşa tevlihev didome, ruxmî ku hikumeta Şamê du caran "lihevkirin" li bajêr pêk aniye, lê ji destpêka salê ve hedefgirtina kesan zêde bûye, carinan leşkerên hêzên hikumeta Şamê û endamên saziyên ewlehiyê û carinan jî sivîl û çekdarên xwecihî yên ku "lihevkirin" pêk anîne tên hedefgirtin.

Li gorî SOHR'ê, ji destpêka meha Çileyê ve li Derayê ji sivîl, leşkerên hikumeta Şamê, saziyên ewlehiyê, çekdarên xwecihî, endamên alîgirên Rûsyayê 85 kes hatine kuştin.

(dx)