Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê du kesên din bi vîrusa Korona ketine

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku du kesên din bi vîrusa Korona ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê du kesên din bi vîrusa Korona ketine
27 adar, 2022   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Hesekê du mêr bi vîrusa Korona ketine.

Tevî hejmara îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 38 hezar û 559 kes bi vîrusê ketine, ji wan hezar û 570 wefat kirine û 2 hezar û 565 baş bûne.

(eh)