SOHR: Hêzên hikumeta Şamê li gundewarê Helebê panzêreke artêşa Tirk kir hedef

Hêzên hikumeta Şamê yên li "Foca 46" a rojavayê Helebê, bi moşekan panzêreke artêşa Tirk a dagirker kir hedef, di encamê de panzer hate şewitandin û leşkerên dewleta Tirk birîndar bûn.

SOHR: Hêzên hikumeta Şamê li gundewarê Helebê panzêreke artêşa Tirk kir hedef
27 adar, 2022   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ragihand ku hêzên hikumeta Şamê li Foca 46`an a rojavayê Helebê, bi moşekan panzêreke artêşa Tirk a dagirker dema li derdora bajarokê Kefernoran ê rojavayê Helebê bû, kir hedef. Di encamê de panzêr şewitî û leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.

23`yê Adarê hêzên artêşa Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa topbaran kir, di encamê de du leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

(eh)