Çeteyên dewleta Tirk dayîka 5 zarokan li navçeya Reco revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji navçeya Reco revandin û ew ber bi girtîgeha Maratê ya li navenda kantona Efrînê ya dagirkirî ve birin.

Çeteyên dewleta Tirk dayîka 5 zarokan li navçeya Reco revandin
27 adar, 2022   09:38
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyek ji navçeya Reco, çeteyên "polîsên leşkerî" yên artêşa Tirk a dagirker welatiya bi navê Îlham Ebdurehman Silêman (42) li navçeya Reco revand, çeteyan beriya çend mehan jî hevjînê wê revandibûn.

Li gorî heman çavkaniyê, çeteyan welatiya bi navê Îlham Ebdurehman revandin û ber bi girtîgeha Maratê ya li navenda Efrînê ya dagirkirî ve birin.

Çavkanî her wiha eşkere kir ku Îlham Ebdurehman Silêman dayika 5 zarokan e, hevjînê wê Ebdo Karik çend meh berê hatibû revandin û heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.  

(dx)

ANHA