Moskov rûxandina baregeheke sotemeniyê li Ukraynayê ragihand

Rûsya ragihand ku hêzên wê nêzî bajarê Lvov ê rojavayê Ukraynayê baregeheke sotemeniyê û kargeheke çêkirina tankan rûxandin. Heyet El-Erkan a artêşa Ukraynayê jî ragihand ku li herêma Donbassê 19 wesayitên leşkerî yên Rûsyayê rûxandine.

Moskov rûxandina baregeheke sotemeniyê li Ukraynayê ragihand
27 adar, 2022   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Igor Konashenkov her wiha got: "Hêzên Rûsyayê bi çekên hewayî li nêzî bajarê Lvov baregekeke mezin a sotmeniyê ya hêzên Ukraynayê rûxand."

Li gorî RT, Igor Konashenkov destnîşan kiriye ku hêzên Rûsyayê li Lvov  bi moşekan kargeheke çêkirina moşekên Tor, S-125 rûxand."

Li aliyekî din Heyet El-Erkan a Artêşa Ukraynayê jî ragihand ku wan li herêma Donbass 19 wesayitên leşkerî yên Rûsyayê rûxandine.

Brîtanya da zanîn ku ew amade ye cezayên li ser Moskovê rake, lê bi şertê Moskov hêzên xwe ji Ukraynayê vekişîne.

Wezîra Karê Derve ya Brîtanyayê Liz Terrace anî ziman ku ihtîmal heye ku cezayên li ser Moskovê werin rakirin, lê ger Moskov agirbestê qebûl bike û hêzên xwe ji Ukraynayê vekişîne.

(eh)