Rûsyayê Azerbeycan bi binpêkirina peymana agirbestê li Qerebaxê tawanbar kir

Rûsyayê Azerbeycan tawanbar kir ku peymana agirbestê ya ku piştî şerê li Nagorno (Qerebax) di sala 2020'an de bi Ermenistanê re hatibû îmzekirin, bin pê kiriye.

Rûsyayê Azerbeycan bi binpêkirina peymana agirbestê li Qerebaxê tawanbar kir
27 adar, 2022   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek ragihand û wiha got: "Hêzên çekdar ên Azerbeycanê di 24 û 25'ê Adarê de bi ketina herêma ku di bin kontrola tabûra aştiyê ya Rûsyayê ya li Qerebaxê de, peymana sê alî ya di navbera serokên Rûsya, Azerbeycan û Ermenistanê de binpê kir.

Hêzên Ezerbaycanê nuqteyeke çavdêriyê ava kir û bi balafirên bêmirov 4 caran hêzên Qerebax ên li nêzî gundê Barûx bombebaran kir.

Li gorî Sky News, fermandariya tabûra parastina aştiyê ya Rûsyayê tedbîran digire. Her wiha bang li Azerbeycanê kir ku hêzên xwe yên leşkerî vekişîne."

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de behsa tu pevçûnên çekdarî nekir, lê rayedarên Qerebaxê ragihandibûn ku di encama êrişê de 3 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Parastinê ya Qerebaxê da zanîn ku hêzên çekdar ên Azerbeycanê hîn li gundê Barûx in.

Ji bo bidawîkirina pevçûnên ku 6 hefteyan di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de li ser herêma Qerebaxê, di 9'ê Mijdara 2020'an de di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan û serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ve peymaneke agirbestê hat îmzekirin.

(dx)