​​​​​​​Panorama hefteyê: Gera 7'an a civînên komîteya destûrê bi dawî bû

Li gel nakokiyên mezin ên di navbera şandeya hikumetê û opozîsyonê de gera 7'emîn a civînên ''Komîteya destûrê ya Sûriyê" bi dawî bû. Li aliyekî din Misir serokê parlamantoya Lîbyayê û fermandarê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefer vexwend serdanê.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Gera 7'an a civînên komîteya destûrê bi dawî bû
27 adar, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Civînên "Komîteya destûr", vexwendina Misir a Eqîle Salih û Hefer ji bo serdanê û rewşa yekemîn mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

‘BIDAWÎKIRINA CIVÎNA "DESTÛRA SÛRIYÊ"

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset ev nivîsand: "Duh civîna Komîteya Destûrê ya li Cinêvê bi dawî bû. Şandeya bi navê hikumetê ya bi serkêşiya Ehmed El-Kezberî, şandeya diyalogan a opozîsyonê ya bi serkêşiya Hadî El-Behre û kesayetên nûnertiya civaka sivîl tev li civînê bûn.

Kesên di roja dawîn de tev li civînê bûn, pêşniyar û nêrînên xwe pêşkêşî Nivîsgeha Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen kir ku nîqaşên di navbera El-Kezberî û El-Behre de yên bi armanca tedbîrên sererastkirina destûrê, hêsan dike.

Geir Pedersen li pêşiya endamên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê gotibû: "Nakokiyên mezin di navbera şandeyên hikumetê û oposîzyonê de hene” û têkildarî vê yekê bang li her du aliyan kiribû ku hîn zêdetir kar û xebatên cidî bikin, da ku zemînekî hevbeş ava bikin û bigihêjin biryara 2254.

Balyoz Richard Mills destnîşan kiribû ku piştî 11 salan ji destpêkirina aloziya Sûriyê û şerê li dijî hikumeta Şamê yên hovane yên li dijî gelê Sûriyê, hin kesên beşdarî civînê bûne, dixwazin bi bihaneya Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê zêde nîqaşa vê doze dike, pêşde biçin.

Richard Mills ev li axaftina xwe zêde kir: "DYA`yê dê têkiliyan bi rejîma El-Esed re çêneke, her wiha em bang li dewletên difikirin hevkariyê pê re bikin ku sûcên li dijî sûriyan binirxînin."

‘MISIR BANG LI EQÎLE SALIH Û XELÎFE HEFTER KIR KU SERDANA WELÊT BIKIN’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya Îtîhat El-Îmarat ev nivîsand: "Qahîreyê bi awayekî fermî bang li serokê parlamantoya Lîbyayê Eqîle Salih û serokê Artêşa Nîştimanî Xelîfe Hefter kir ku serdana welat bikin da ku geşedanên li Lîbyayê nîqaş bikin û aramiya heyî biparêzin.

Çavkaniyên dîplomatîk ên Misirê îşaret bi metirsiya Qahîreyê ya ji destpêkirina şerê çekdarî yê li Lîbyayê kir, ji ber ku hin komên ewlekariyê û leşkerî li rojavayê welat hêzên xwe bi cih kirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku binketina şêwirên serokê hikumeta Lîbyayê yê nû li Tunisê, erkdariya hikumeta wî ya xebata li hundirê Terablusê asteng dike. Her wiha senaryoya hebûna 2 hikumetan li Lîbyayê dibe ku bandorê li ewlehî û îstiqrarê bike û bibe sedema parçebûna siyasî. Her wiha di rojên pêş de Misir dê piştgiriya hewldanên ji bo yekitiya saziyên leşkerî û ewlehiyê yên Lîbyayê bike.”

NY PÊKANÎNA AGIRBESTÊ DI REMEZANÊ DE PÊŞNIYAR KIR

Di kar û barên Yemenê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Di daxuyaniya Nivîsgeha Nûnerê NY`yê yê ji bo Yemenê Hans Grundberg de hat diyarkirin ku ew bi nûnerê dan û standinan ê milsîên hûsî Mihemed Ebdulselam re civiyaye da ku şêwirên NY û hewldanên çareserkirina aloziya mirovahiyê li Yemenê nîqaş bikin. Di nav de derfeta pêkanîna agirbestê di Remezanê de bi şerta ku Grundberg nîqaşên xwe bi aliyên din ên nakokiyê re berdewam bike.

Çavkaniyekî ji hikumetê got: “Hikumeta Yemenê û Koalîsyona Piştgiriya Rewabûnê li Yemenê, destekê didin pêkanîna agirbestê di Remezanê de, lê serkeftina wê bi helwesta milîsên hûsî ve girêdayî ye.”

ANHA