Nûnerê Rêveberiya Xweser di kongreya Amazîxê de banga têkoşîna hevpar kir

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  yê li Siwîsreyê Hikmet Îbrahîm beşdarî kongreya 10`emîn a Amazîx a cîhanê axivî û li hemberî siyasetên înkarkirinê banga têkoşîna hevpar kir.

Nûnerê Rêveberiya Xweser di kongreya Amazîxê de banga têkoşîna hevpar kir
26 adar, 2022   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya 10'emîn a Amazîxê ya Cîhanê îro li hola koşka kongreyan a bajarê Werzazat a Fasê dest pê kir. Hin amazîxên ji dewletên cûda yên cîhanê û Fasê, nûnerên saziyan, akademîseyn û rewşenbîrtev li kongre bûne.

Di kongre de nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Siwîsreyê Hikmet Îbrahîm axivî, behsa xalên hevbeş ên di navbera gelê amazîxî û gel Kurd de kir nexasim  ku her du alî ji aliyê pergalên netewperest, olperest û mezhebperest ve rûbrûiyê siyasetên qirkirin û înkarkirina nasnameya hebûnê bû.

Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk bi hikumetên  li Sûriyê û Îranê ji bo xurtkirina siyaseta dûrxistin û binpêkirinê dixebite û wiha domand: "Vê yekê bi rêya şer, tundî û rêxistinên tundraw pêk tîne. Armanca wê qirkirina dîrok, çand û zimanê me yên kevnar e. Dewleta Tirk herêmên me yên li Kurdistana Tirkiyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef ku neteweyên çandî mîna Kurd, Ereb, Asûr, Tirkmen û Ermenan lê dijîn, dike hedef. Her wiha binpêkirinên wê gihaştin kurdên Êzidî yên li Şengalê ku di demên dawî de rastî hemleya qirkirinê ji aliyê rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst ve hatin."

Îbrahîm anî ziman ku ji destpêka tevgera li Sûriyê ve wan xetek hilbijartine ku mafên gelên resen di rêveberiyeke xweser de misoger dike û sazî ava kirine da ku kar û barên xwe bi rêve bibin û got: "Ev sazî qanûnî ne, bi rêye hevpeyamana civakî mafên hemû pêkhateyan diparêze."

Hikmet Hebîb îşaret bi girîngiya xurtkirina nirxên cîhanê yên exlaqî û qanûnên cîhanê kir ku mafên gelên resen misoger bike. Her wiha banga xurtkirina têkiliyên dostanî di navbera gelên ku rastî hemleyên qirkirina çandî tên de kir û got: "Piştevahî û pevguhestina hemû cûreyên têkoşînê û tecurbe û pisporiya xwecihî bi rêya xebatên dîlomatîk di navbera gelan de, wê eniya berxwedana aştiyane xurt bike û mafên gelên resen biparêze."

Kongre dê heta  êvara sibe 27`ê Adarê dewam bike.

(bx)

ANHA