ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-03-2022
26 adar, 2022   23:00

-Di çarçoveya çalakiyên bi boneya Hefteya Lehengiyê de, PYD'ê semîneran li bajarê Hesekê û bajarokê Qeremanî yê Dirbêsiyê dide, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Minbicê bi boneya salvegera 4'emîn a damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê şahiyek tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê, Navenda Çandê ya Reqayê şanoyekê pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê merasîmê bîranîna 94 şehîdên meha Sibatê li navenda Dîcle ya Çand û Hunerê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê, koma Şehîd Hêvî şanoya bi navê "Qayîmmeqamê nû" li Navenda Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan pêşkêş dike, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya Roja Şano, koma Şano ya girêdayî Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk û Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê du şanoyan li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo pêşkêş dikin, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi boneya Hefteya Lehengiyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Amûdê meşekê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kesayetên welatparêz got, şehîd Egîd rihê lehengiyane û neteweyî afirand û meşaleya berxwedanê vêxist ku heta niha vêketiye. Her wiha anîn ziman ku şehîd Egîd bi fîşeka yekmeîn Kurd şiyar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Til Hemîsê diyar kir ku fikirên rêber Abdullah Ocalan li gorî daxwazên wan in, ji ber ku azadî û rûmeta gelan mîsoger dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyan diyar kirin ku biratiya ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev ve girê dide, ji hemû komployên li dijî herêmê hatine kirin bû bersiv û gotin, biratiya gelan çeka herî xurt a gelên Rojhilata Navîn li hemberî hêzên desthilatdar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-Piştî pîrozbahiya Newrozê ya dîrokî, Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî jî dest pê kir. Di dîroka gelan de jî û di dîroka gelê Kurd de jî lehengên her serdemê û heta her kêliyekê her tim hebûne. Lê belê, hin leheng hene ku yên sedsalan in.

CÎHAN

- Li gel nakokiyên mezin ên di navbera şandeya hikumetê û opozîsyonê de gera 7'emîn a civînên ''Komîteya destûrê ya Sûriyê" bi dawî bû. Li aliyekî din Misir serokê parlamantoya Lîbyayê û fermandarê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefer vexwend serdanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên çalakger û hiqûqnas da zanîn ku derxistina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê gaveke girîng a ber bi bidawîkirina krîza Sûriyê ve ye û ji bo rizgarkirina tevahî jinên li herêmên dagirkirî banga xurtkirina têkoşînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA