'Biratiya gelan çeka herî xurt a li hemberî komployan e'

Welatiyan diyar kir ku biratiya ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev ve girê dide, ji hemû komployên li dijî herêmê hatine kirin bû bersiv û gotin, biratiya gelan çeka herî xurt a gelên Rojhilata Navîn li hemberî hêzên desthilatdar e.

'Biratiya gelan çeka herî xurt a li hemberî komployan e'
27 adar, 2022   05:29
HESEKÊ- DIYAR EHMED

Têkiliyên Kurd û Ereban  dîrokî ne ku vedigere hezarên salan. Kurd û ereban bi hev re herêm ji êrişên hêzên derve parastin. Ev têkilî heta roja me ya îro jî didome, bi taybet di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hevgirtina wan ji bo parastina axa xwe xurttir bû.

Şêniyên herêmê diyar kirin ku di demekê de ku pevçûn di nav hêzên serdest ên cîhanê de li ser desthilatdariyê li ser hesabê gelan didome, hevgirtina pêkhateyan wekî keştiyeke rizgariyê ye.

/ar/uploads/files/2022/03/26/181919_mhmd-tahr-ywns-28kbyr29.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Tahir Yûnis ê ji navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ji ajansa me re axivî û got, hevgirtina pêkhateyan herêm ji şerên birakujiyê dûr xist.

Mihemed Tahir Yûnis wiha lê zêde êkir: "Ji destpêka serhildana Qamişlo ya sala 2004'an ve komployên mezin li dijî gelê Kurd tê meşandin, lê bi felsefeya rêber Ocalan û hevgirtina hemû pêkhateyan ev komplo, êriş û fitne têk çûn."

Yûnis anî ziman ku hevgirtina niştimanî û jiyana hevbeş di hemû astan de civakî, siyasî û leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina destkeftiyan û rêgirtina li aliyên ku hewl didin vê hevgirtinê pûç bikin û nakokiyan di navbera pêkhateyên Sûriyê de derxînin, girîng e.

/ar/uploads/files/2022/03/26/181844_hj-tahr-aly-28kbyr29.webp

Welatiyê bi navê Hac Tahir Elî destnîşan kir ku têkiliyên Kurd û Erebên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt in û hevgirtina pêkhateyan herêm ji nakokiyan dûr xist.

Hac Tahir Elî wiha dom kir: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwîna Ereb, Kurd û pêkhateyên din tevlihev bûye, ji ber vê yekê em qebûl nakin ku tu kes cudahiyê bixe navbera Kurd û Ereb û pêkhateyên din, ji ber ku em bûne yek gel."

Hac Tahir Elî her wiha destnîşan kir ku divê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyar bin, di demekê de ku gelek alî hewl didin fitneyan li herêmê geş bikin.            

Welatiyê bi navê Ala El-Zahir ji pêkhateya Ereb ji navçeya Zirkan destnîşan kir ku têkiliyên Kurd û Ereban nijadperestiya ku aliyên ku destwerana di karûbarên Sûriyê de dikirin, têk bir, her wiha bang li gelê Sûriyê kir ku tecrûbeya pêkhateyên herêmê ji xwe re asas bigirin, ji ber ku ev yek xizmeta yekitiya welat dike û îradeya civakê li hember welatên dijmin xurt dike.

/ar/uploads/files/2022/03/26/181901_alaa-alzahr-28kbyr29.webp

Ala El-Zahir wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hevgirtina niştimanî ya di navbera pêkhateyên herêmê de çarenûsa me diyar kir û îspat kir ku di dîrokê de li hemberî desthilatdarî û bûrjiwaziyê careke din em bi ser ketine."           

(dx)

ANHA