Şehîd Ehmed Newaf Ziyab li goristana şehîdan a Şedadê spartin axê

Şêniyên herêmên başûrê kantona Hesekê şervanê QSD`ê şehîd Ehmed Newaf El-Ziyab li goristana şehîdan a Şedadê spart axê.

26 adar, 2022   12:53
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên herêma başûrê kantona Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li merasîma oxirkirina şervanê QSD`ê Ehmed Newaf El-Ziyab bûn.

Li goristana şehîdan a Şedadê, şervanên QSD`ê toreneke leşkerî li dar xist û piştre endamê fermandariya Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewad El-Hisên axivî. El-Hisên sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şêniyên herêmê ew ê berxwedan û têkoşînê berdewam bikin, ji ber ku yekane rêya derxistina dagirker û çeteyan e."

Ewad El-Hisên anî ziman ku herêm bi hemû awayên şer re rû bi rû ye û got: "Divê her kes destekê bide QSD`ê da ku dawî li terorê bîne."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm jî got: "Em çi qasî behsa lehengiya şehîdan bikin, em ê nekarin mafên wan bidin an jî bigihêjin asta qehremaniya wan, lê em dikarin dilsozên wan bin û parastina destkeftiyan bikin."

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Recwe Ehmed nasnameya şehîd Ehmed Newaf Ziyab xwend û radestî malbatê kir.

Şervanê QSD`ê Ehmed Newaf Ziyab li bajarokê Hecînê yê li rojhilatê Dêrazorê şehîd bûbû.

(eh)