Li Iraqê dîsa serokkomar nehate hilbijartin

Serokatiya parlamentoya Iraqê civîna ji bo hilbijartina serokkomar ji ber temamnebûna hejmara yasayî ya parlamenteran, taloq kir.

Li Iraqê dîsa serokkomar nehate hilbijartin
26 adar, 2022   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Dihat payîn îro parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê bicive. Lê ji ber hejmara yasayî ya parlamenteran temam nebû, civîn hate taloqkirin.

Civîna din a ji bo hilbijartina serokkmar dê roja çarşemê pêk were.

Parlamentoya Iraqê ji 329 parlamenteran pêk tê. Ji bo civîna ji bo hilbijartina serokkomar pêk were, divê 220 parlamenter amade bin lê 126 parlamenter neketin civînê. 202 parlamenter li parlamentoyê amade bûn.