Bafil Talebanî: Wê YNK'ê tu îradeyekî hatî ferzkirin qebûl neke

Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî diyar kir ku wê YNK'ê tu biryarekî ji derveyî îrade û berjewendiyên gel nede û qet îradeyekî hatî ferzkirin qebûl nake.

Bafil Talebanî: Wê YNK'ê tu îradeyekî hatî ferzkirin qebûl neke
26 adar, 2022   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di çarçoveya hilbijartina Serokkomarê Iraqê de li Bexda li gel endamên partiyên li Parlamentoya Iraqê civiya.

Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî diyar kir ku wê YNK'ê tu biryarekî ji derveyî îrade û berjewendiyên gel nede û qet îradeyekî hatî ferzkirin qebûl nake û got: “Bi piştgirêdana bi dîroka YNK’ê û gelê me, hemû gav û biryarên me wê ji bo yekrêzî û misogerkirina mafên rewa yên miletê me be.”

Biryar bû ku îro di saet 11.00’an de Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomar bicive, lê ji ber nakokiyan hîn nehariye bicive.