Jinên Efgan girtina dibistanên amadehî yên jinan protesto kir

Li paytexta Efganistanê Kabûlê jin li dijî biryara girtina dibistanên jinan a tevgera Talîbanê ya daketin qadan.

Jinên Efgan girtina dibistanên amadehî yên jinan protesto kir
26 adar, 2022   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Alurra ku agahiyên xwe dispêre AFP’ê, ragihand ku li paytexta Efganistanê Kabûlê, gelek jinan biryara tevgera Talîbanê ya girtina dibistanên amadehî yên jinan, protesto kirin.

Xwepêşandêra bi navê Leyle Basim ji AFP`ê re diyar kir ku divê Talîban demildest dibistanên jinan veke.

Endamên Talîbanê mudaxele li çalakiya jinan kir û çalakî belav kir.

Raayedaran têkildarî biryara girtina dibistanan tu daxuyanî nedan, lê AFP`ê da zanîn ku biryar di civîna roja sêşemê ya rayedaran a li bajarê Qendeharê de hatiye dayîn.

(eh)