ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-03-2022
25 adar, 2022   23:00

-Şêniyên navçeyên başûr ên bajarê Hesekê cenazeyê şehîdekî QSD'ê li goristana Şehîdan a navçeya Şedadê oxir dikin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMENE).

-Yekitiya Mamosteyan a Kantona Qamişlo şahiya xelatkirina mamosteyan li hola Selam li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El-Hesen diyar kir ku armanca belavkirina narkotîkê hedefgirtina binesazî û exlaqê civakê ye û got, narkotîk ji herêmên dagirkirî derbas dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hamid El-Ehmed da zanîn ku piraniya dewletên herêmî û hêzên li Sûriyê piştgirî dan çeteyên DAIŞ`ê da ku hemû tevgerên şoreşger û demokratîk ên li Rojhilata Navîn û Sûriyê têk biçin. El-Ehmed got, têkbirina DAIŞ'ê ji bo van hêzan derbeyek bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Minbicê diyar kirin ku tevî hewldanên dijmin ên derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyan de û tunekirina projeya demokratîk, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha biratiya gelan û demokrasiyê di nava ewlehî û aramiyê de bi hev re dijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şêwirmendê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ehmed El-Casim got, ''Komîteya Destûrî'' ku di gera xwe ya heftemîn de ye ne rewa ye, ji ber ku ji sêyeka ax û gelên Sûriyê di nav xwe de nagire. Her wiha anî ziman ku ev komîte ji aloziyê re nabe çareserî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Şîrovekarê siyasî yê kurdî Burhan Raûf da zanîn ku hevbendiyên nû ya Tevgera Sedir, PDK’ê û Hevpeymaniya Serweriyê ya Sune ragihandiye dê bandorên neyênî li xebata siyasî ya li Iraqê bike û got, hikumeta ku Sedir dixwaze were avakirin pergala parvekirinê ye, lê bi navekî cuda ye. (BI WÊNE).

ANHA