​​​​​​​Helbestvan Seydayê Tîrêj li Hesekê hat bibîranîn

Helbestvan Seydayê Tîrêj di salvegera 20'an a wefata xwe de li bajarê Hesekê hate bi bîranîn.

25 adar, 2022   20:24
HESEKÊ

Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê merasîma bîranîna helbestvan Nayif Hiso (Seydayê Tîrêj) di salvegera wefata wî ya 20’an de li Parka Xwendinê ya Hesekê li dar xist.

Di merasîma bîranînê de, xizmên helbestvan Seydayê Tîrêj û komek helbestvan û hunermendên bajêr amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre li ser navê Yekitiya Rewşenbîran Mihemed Beşîr axivî û got ew weke Yekitiya Rewşenbîran di konferansê de soz da, ku dê salane 5 helbestvanan bi bîr bînin, ji wan jî helbestvan Seydayê Tîrêj e.

Li aliyekî din jî li ser navê malbatê Seydayê Tîrêj, Cemla Tîrêj axivî û behsa serpêhatiyên helbestvan, xebata wî ya hunerî, astengî û zehmetiyên li pêşberî wî derketine kir.

Dûvre sînevîzyonek li ser jiyana helbestvan û berhemên wî hate pêşandan.

Piştre komek ji helbestvanan; Dîlawer Zenkî, Salih Heyder, Luqman Ebdurehman, Îsa Xelo, Mihemed Eşref û Bawer Can, helbestên Seydayê Tîrêj xwendin.

Her wiha hunermend Yara Ehmed û Ferec Derwîş hin stranên ji helbestên Seydayê Tîrêj gotin.

Di dawiya merasîmê de Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîvê plaketa bi wêneya Seydayê Tîrêj heye diyarî helbestvan Ebûd Mexso kir.

(fr)

ANHA