​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din ji ber Koronayê mirin

Desteya Tenduristiyê diyar kir ku 9 kesên din bi nexweşiya Koronayê ketine û 3 pêketiyan jî jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din ji ber Koronayê mirin
26 adar, 2022   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser îro daxuyand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Desteyê her wiha diyar kir ku li Qamişloyê 3 nexweşan û li Dêrikê jî nexweşekî jiyana xwe ji dest daye.

Tevî daneyên îro, 38 hezar û 557 kes bi vîrusê ketine, ji wan hezar û 570 kes mirine û 2 hezar û 565 kes baş jî bûne.

(eh)