Nesrîn Ebdullah bi rayedarên hikumeta Swêdê re civiya

Piştî gera xwe li Fransa bi dawî kir, nûnera YPJ’ê Nesrîn Ebdullah bi parlamenter, wezîrên parastin û derve yên Swêdê re civiya, Di civînê de rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parve kir.

Nesrîn Ebdullah bi rayedarên hikumeta Swêdê re civiya
25 adar, 2022   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Ebdullah û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Swêdê Şiyar Elî di gera xwe ya li Ewropayê de gelek hevdîtin cuda bi wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Holtfest, wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lindy, her du parlamenter Emîne Kakabaî Andish Ghost Berry û endamê meclisa şaredariya Stockholmê Kader Ksierga re pêk anîn.

Di hevdîtinên bi wezîrê Parastinê yê Swêd Peter Holtfest û wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lindy re rewşa ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dagirkeriya Tirk ve û gefên rojane yên li ser herêmê hatin nîqaşkirin. Her wiha li ser xeteriya nûkirina çalakiyên çeteyên DAIŞ’ê bi taybet piştî êrişa dawî li ser girtîgeha Sînaa, rewşên kampan û ambargoya li ser herêmê digel Qanûna Qeyser û ambargoyên aliyên dîtir li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Di nîqaşan de hewldanên dîtina çareseriyê ji krîza Sûriyê hatin nîqaşkirin û hate gotin ku ew hewldanan heta niha tu encam bi xwe re neanîne.

Li aliyekî din jî her du wezîrên parastin û derve teqez kir ku ew ê desteka ji Rêveberiya Xweser re berdewam bikin, da ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser bi ser keve û wekî tecrûbeya yekane li Rojhilata Navîn bi nav kir.

Nûnera YPJ’ê Nesrîn Ebdullah bi gelek parlamenterên Swêdê re civiya, di hevdîtinê de parlamenter û çalakgera mafên jinan Emîna Kakabaî û parlamenter Andish Ghost Berry a berpirsa têkiliyên dîplomasî yên parlamentoya Swêdayê amade bûn.

Di hevdîtinê de li ser xebata saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xeteriyên li ser îstîqrarê herêmê bi taybet gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê ve hatin nîqaşkirin. Di heman demê de îşaret bi îsrara Rêveberiya Xweser di xebata pêşxistina rêveberiyê û aktîfkirina çalakiyan bi awayekî berfireh navbera pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan û hwd de hate kirin.

Herî dawî jî Nesrîn Ebdullah bi endamê meclisa şaredariya Stockholmê Kader Ksîerga re civiya û li ser mekanîzmaya xebatê li şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û astengiyên li pêşberî şaredariyan digel ambargoya li ser herêmê de axivîn.

(fr)

ANHA