Ehmed El-Casim: Komîteya Destûrî ne qanûnî ye û ji aloziyê re nabe çareserî

Şêwirmendê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ehmed El-Casim got, ''Komîteya Destûrî'' ku di gera xwe ya heftemîn de ye ne rewa ye, ji ber ku ji sêyeka ax û gelên Sûriyê di nav xwe de nagire. Her wiha anî ziman ku ev komîte ji aloziyê re nabe çareserî.

Ehmed El-Casim: Komîteya Destûrî ne qanûnî ye û ji aloziyê re nabe çareserî
26 adar, 2022   00:46
REQA- EHMED EL-ELÎ

''Komîteya Destûrî ya Sûriyê''  duh (Înê) gera xwe ya heftemîn a dan û standinan di navbera nûnerên hikumeta Şamê, ''opozisyon'' û civaka sivîl li Cinêvê bi dawî kir.

Di Îlona 2019'an de bi armanca nivisandina destûreke bingehîn ji bo Sûriyê "Komîteya Destûra Sûriyê" hate avakirin.

Dan û standinên gera heftemîn a di navbera 15 nûnerên hikumeta Şamê, ''opozisyon'' û civaka sivîl de bê encam bi dawî bû. Komîteya behsa mijarê ji 150 endaman pêk tê û di nav de nûnerên Rêveberiya Xweser tune ye.

Têkildarî mijarê, ajansa me bi şêwirmendê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed El-Casim re hevdîtin kir.

Ehmed El-Casim got, ji bo ku ''Komîteya Destûrî'' rawa be, divê nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê bike, lê nûnerên zêdetirî 5 milyon welatiyên Sûriyê yên li herêmên Rêveberiya Xweser hatin dûrxistin.

Şêwirmendê Meclisa Rêveber ev komîte neqanûnî bi nav kir û wê tu çareserî pêk nîne , ji ber ku sêyeka axa Sûriyê dûr dixe.              

Ehmed El-Casim her wiha diyar kir ku avakirina vê komîtê bi armanca paşxistina destûreke nû ji bo welat e, îspata vê yekê jî bêyî encam gihaştiye gera xwe ya heftemîn.             

Ehmed El-Casim wiha dom kir: "Em bi nasname û erdnîgariya xwe Sûrî ne, dûrxistina me ji dan û standinên têkildarî çareserkirina krîza Sûriyê nayê wê wateyê ku em ne ji Sûriyê ne û nikare hebûna me wekî gel tune bike, em li herêmek dijîn ku ji sêyeka axa Sûriyê derbas dibe."

Ehmed El-Casim wiha lê zêde kir: "Em wekî Rêveberiya Xweser diyaloga sûrî ya ku bi hemû aliyên ku banga yekitiya axa Sûriyê û parastina mafên tevahî pêkhate û mezhebên gel dikin, qebûl dikin."

(dx)

ANHA