Li Helebê şehîd Bekir Bekir hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê endamê HPC’ê şehîd Bekir Bekir ku di 22’yê Adarê de şehîd bûbû li goristana şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê oxir kir.

Li Helebê şehîd Bekir Bekir hate oxirkirin
Li Helebê şehîd Bekir Bekir hate oxirkirin
Li Helebê şehîd Bekir Bekir hate oxirkirin
Li Helebê şehîd Bekir Bekir hate oxirkirin
Li Helebê şehîd Bekir Bekir hate oxirkirin
Li Helebê şehîd Bekir Bekir hate oxirkirin
Li Helebê şehîd Bekir Bekir hate oxirkirin
Li Helebê şehîd Bekir Bekir hate oxirkirin
Li Helebê şehîd Bekir Bekir hate oxirkirin
24 adar, 2022   16:10
HELEB

Di merasîmê de bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, meclis, komîn û HPC beşdar bûn.

Karwana şehîd ji pêş nexweşxaneya Xalid Fecir a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê di nava tilîliyên dayikan û diruşmên silavkirina şehîdan de dest pê kir.

Karwana şehîd li tevahî kolanên beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê geriyan û piştre berê xwe da ber Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf a Helebê.

Li goristanê, endamên HPC û Hêzên Ewlekariya Hundirîn toraneke leşkerî li dar xist, dûvre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Remzî Bekir axivî û wiha got: "Şehîd Bekir parastina taxa Şêxmeqsûd kir, bi şev û roj parastina gelê xwe kir heta gihaşt asta şehadetê."

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê HPC’ê ya Şehba û Helebê Arif Menan wiha got: "Şehîd tiştên herî pîroz in, ne ji têkoşîn û fedekariyên wan bûya em nedigihaştin vê qonaxê. Bi saya şehîdan gelên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan bûn yek û li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwe da."

Menan wiha domand: "Di êrişên li ser taxa Şêxmeqsûdê de, hemû pêkhate û etnîk li ser bingeha şer gel ê şoreşgerî bûne yek û welatî tev li HPC’ê bûn ku li gel şervanên li eniyên şer parastina taxa xwe bikin."

Dûvre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin û şehîd di nava tilîliyên dayikan de hate oxirkirin.

(fr)

ANHA