‛Divê rêbertî bi fîzîkî azad bibe’

Meclisa Malbatên Şehîdan der barê derbasbûna salekê li ser negirtina agahiyan têkildarî rewşa rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da, di daxuyaniyê banga serbestberdana rêber Ocalan hat kirin.

‛Divê rêbertî bi fîzîkî azad bibe’
24 adar, 2022   16:42
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê têkildarî derbasbûna salekê li ser qedexekirina hevdîtin û redkirina wergirtina agahiyan derbarê rewşa rêber Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da. Daxuyanî li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê, ji aliyê endamên meclisê bi zimanê kurdî Vînda El-Hac û Şêrzad Remo bi erebî hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Salek li ser qedexekirina pêkanîna hevdîtinan bi rêber Abdullah Ocalan re derbas bû, tevî ku bi dehan caran parêzer û malbata wî serdanê dikin ji bo hevdîtinê ew serdan ji aliyê dewleta Tirk a faşist ve tên redkirin. Dewleta Tirk a faşist bi rêya girankirina tecrîda li ser rêber Apo dixwaze vîna gel bişkîne.

Tevî hemû hewldanên dewleta Tirk a faşist li ser têkbirina heqîqeta gel, çand û destkeftiyan, nikarîbû sûdê ji hewldanên xwe wergire.

Em gelê Kurdistanê û bi berxwedana Newrozê ku agirê wê bi destê Kawayê Hesinkar hatibû vêxistin û ala wê bi destê Mezlûm Doxan ve hatibû rahiştin, her wiha bi agirê bedena  Zekiya Alkan hatiye vêxistin; ev yek niha rêya bi milyonan mirovan ronî kiriye. Peyama me wiha ye; em ê tekoşîna xwe li hember faşîzma Tirkiyê berdewam bikin ta serkeftinê.

Em bang li tevahî aliyên peywendîdar û rêxistinanên neteweyî yên bandorker dikin, ku zextê li dewleta Tirk a faşist bikin da ku rêbertî serbest were berdan.

Em malbatên şehîdan şopdarên rêya rêbertî û şehîdan in heta pêkanîna serkeftinê û dawîanîna dîktatoriya Erdogan.”

(sb)

ANHA