Îlham Ehmed: Divê dewleta Tirk li ser sûcên li dijî gelên herêmê were lêpirsînkirin

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê îşaret pê kir ku divê "Mudaxeleya dewleta Tirk ji erda Sûriyê re, bi awayekî fermî bi dagirkirina xaka Sûriyê were binavkirin", di heman demê de li pêşberî dadgeha navneteweyî hesab ji dewleta Tirk were xwestin.

Îlham Ehmed: Divê dewleta Tirk li ser sûcên li dijî gelên herêmê were lêpirsînkirin
24 adar, 2022   14:17
QAMIŞLO 

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di Konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li ser destwerdana dagirkeriya Tirk li Sûriyê axivî.

Îlham Ehmed anî ziman ku heta niha Neteweyên Yekbûyî "NY" sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Sûriyê pêk tînin, di raporên xwe de destnîşan nekirine.

Îlham Ehmed bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û wiha dewam kir: "Kesên li herêmên dagirkirî têne girtin, MIT a Tirk bi wan re lêpirsînê dike û wan îşkence dike."

Îlham Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker van sûcên bi rêya çeteyên xwe pêk tîne, înkar dike da ku li pêşberî dadgehên navneteweyî hesab jê neyê xwestin.

Îlahm Ehemed da zanîn ku divê li ser sûcên dewleta Tirk li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî , li pêşberî dadgehên navneteweyî hesab jê were xwestin.

Îlham Ehmed durûtiya civata navneteweyî rexne kir û got: "NY`yê sûcên hikumeta Şamê sûcên şer bi nav dike, lê sûcên dewleta Tirk wekî sûcên şer nabîne."

Îlham Ehmed bang li civata navneteweyî kir û ev nirxandin kir: "Divê mudaxeleya dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re bi navê dagirkirina erda Sûriyê were binavkirin, her wiha rê bidin komên hiqûqnas û saziyên serbixwe ku derbasî herêmên dagirkirî bibin, da ku ji nêz ve rewşê bibînin, di heman demê de têkildarî îşkencekirina jin û zarokên di girtîgehên dewleta Tirk de lêpirsîn werin destpêkirin."

Îlham Ehmed di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike, da ku saziyên ragihandinê derbasî herêmên dagirkirî bibin û sûcên li wan herêman belge bikin.

(eh)

ANHA