​​​​​​​Li Dêrazorê 500 kg teqemenî hate bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrezorê 500 kg teqemeniya ji bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê, bê bandor kir.

​​​​​​​Li Dêrazorê 500 kg teqemenî hate bêbandorkirin
24 adar, 2022   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku pisporên mayinan gelek mayin ku di şerê li Dêrezorê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine çandin, bê bandor kirin.

Malpera Hêzên Ewlekariya Hundirîn her wiha diyar kir ku welatiyan hêzên wan agahdar kirine ku mayin li hin taxan heye û hêzên wan jî ew mayin bê bandor kirin û ew li baregehên ewle kom kirin.    

Malperê da zanîn ku alavên hatine bêbandorkirin, ji guleyên roketan, fîşek, mayin û kemberên teqemeniyê pêk tên û giraniya wan zêdetirî 500 kg ye.

(dx)

<iframe width="741" height="417" src="https://www.youtube.com/embed/b_S2ndkTkG4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>