​​​​​​​Çekdarên nenas serokê Meclisa Şaredariya Sanemênê ya Derayê kuşt

Çekdarên nenas îro serokê Meclisa Şaredariyê ya bajarê Sanemên ê li bakurê Derayê bi kuşt. Beriya hefteyekê jî serokê Meclisa Herêmî ya bajarê Casim hatibû kuştin.

​​​​​​​Çekdarên nenas serokê Meclisa Şaredariya Sanemênê ya Derayê kuşt
24 adar, 2022   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas serokê Meclisa Şaredariyê ya bajarê Sanemên ê li bakurê Derayê kiriye hedef û hatiye kuştin.

SOHR'ê ragihand ku li Derayê ji meha Çileyê ve di encama êrişên wiha de 42 sivîl û 30 leşkerên hikumeta Şamê, 5 çekdarên berê yên ku "lihevkirin" pêk anîne, çeteyekî berê yê DAIŞ’ê, 3 kesên nenas û çekdarekî komên alîgirên Rûsyayê hatine kuştin ku hejmara wan bi giştî 82 ye.

Beriya hefteyekê serokê Meclisa Herêmî ya bajarê Casim ê li Derayê jî ji hêla çekdarên nenas ve hatibû kuştin.

(dx)