​​​​​​​Tevgera Sedir, aliyên Sune û PDK’ê hevbendiyek ragihand

Hevpeymaniya Serwerî ya Sune, PDK û Tevgera Sedir hevbendiyeke nû li ser namzetên serokwezîr û serokkomarên Iraqê ragihand. Her wiha navê hevbendiyê xwe ya nû jî kirin Rizgariya Nîştimanî Parlemanî.

​​​​​​​Tevgera Sedir, aliyên Sune û PDK’ê hevbendiyek ragihand
23 adar, 2022   17:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Bexdayê bi civînek çapemeniyê, Hevpeymaniya Serwerî ya Sune, PDK û Tevgera Sedir avakirina 'Hevbendiya Rizgariya Nîştimanî Parlemanî'' ragihandin.

Di civîna çapemeniyê de her sê aliyan Rêber Ehmed wek namzetê serokkomariyê û Mihemed Cehfer Sedir jî wek namzetê serokwezîriyê destnîşan kirin.

Ev jî di demek de ye ku wê roja 26’ê Adarê carek din Parlementoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê nû bicive.