​​​​​​​Bangên ji bo çareserkirina dosayaya DAIŞ'iyên girtî û malbatên wan didomin

Civata navnteweyî li hemberî dosyaya DAIŞ`iyên girtî û malbatên wan ên li kampan erkên xwe bi cih nayîne û tevahî bar li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD'ê maye ku bi bersivandina êrişên dewleta Tirk a dagirker mijul e. Ji ber vê yekê rexneyên aliyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li civata navneteweyî berdewam in.

​​​​​​​Bangên ji bo çareserkirina dosayaya DAIŞ'iyên girtî û malbatên wan didomin
24 adar, 2022   00:36
HESEKÊ

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 23'yê Adara 2019'an tunekirina DAIŞ'ê di aliyê erdîngariyê de li bajarokê Baxozê yê li ser sînorê Sûriyê-Iraqê ragihand. Baxoz nuqteya dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû ku di destê DAIŞ'ê de mabû. Tevî qedandina DAIŞ'ê di aliyê erdîngarî de, lê dosyaya çeteyên xwe radest kirine yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser  û malbatên wan ên di kampan de nehatiye çareserkirin ku xeteriyê çêdikin û bar li ser Rêveberiya Xweser giran kirine.

Duh (Çarşemê) Fermandariya Giştî ya QSD'ê bi daxuyaniyekê bêhelwestiya cîhanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê rexne kir.

Di pêngavên QSD'ê yên li dijî DAIŞ'ê bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin û bi hezarên din jî xwe radestî QSD'ê kirin. Li gorî raporên berê yên ajansa me, ji 50 nasnameyan 19 hezar çeteyên DAIŞ'ê yên girtî hene.

Ji wê zêdetir bi hezarên malbatên DAIŞ'î di kampên Hol û Roj de hene û xeteriya wan li ser gelên herêmê hene.

Rûspî, siyasetmedar û rewşenbîr li ser xeteriya çeteyên DAIŞ'ê, nemaze êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê ji ANHA'yê re axivîn û diyar kirin ku pêwîst e civata navneteweyî erkên xwe li hemberî dosyaya DAIŞ'iyên girtî û malbatên wan bi cih bîne. Heman demê hin kesên diyar îşaret pê kirin ku divê civata navneteweyî desteka aborî û leşkerî bide Rêveberiya Xweser ku li hemberî tundrawiyê disekine.

Endamê Meclisa Aştiya Navxweyî Dr. Mihemed Xêr Necarî diyar kir ku hebûna girtîgehên çeteyan û kampên malbatên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriya herî mezin e û wiha domand: "Evnan mîna bombeyek li ber teqînê ne, her wiha barekî giran li ser Rêveberiya Xweser in. Gereke evanan ji herêmê werin dûrxistin. Ev yek erka civata navneteweyî ye."

Necarî da zanîn ku ji zêdetirî 50 dewletan, DAIŞ'î di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hene, ji ber vê yekê divê Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina dosyaya wan, heger bi şandina wan ji bo welatên wan be an jî bi avakirina girtîgehan dûrî herêmên sivîlan be, bixebitin. Necarî her wiha got: "Ji bo DAIŞ'iyên girtî û malbatên wan divê xebateke navneteweyî ya leşkerî, teknîkî û madî bê kirin. Divê bi lez çareseriyek were dîtin."

Ji rûspiyên eşîra Hesûn a Ereb, Telal El-Hesnawî jî îşaret pê kir ku li gel hebûna DAIŞ'iyên girtî yên di girtîgehên QSD de û kampên malbatên wan xeteriya çeteyên DAIŞ'ê hîna heye û da zanîn ku tevî vê xeteriyê civata navneteweyî di darizandina wan an jî wergirtina hemwelatiyên xwe de tevnagere û destekê nade.

El-Hesnawî da zanîn ku her kes asta vê xeteriyê dizane û dizane ku wê çi biqewime heger çeteyên DAIŞ û malbatên wan li herêmê bimînin. El-Hesnawî êrişa dawî ya şaneyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê mînaka vê xeteriyê nîşan da.

Telal El-Hesnawî anî ziman ku hebûna wan çeteyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikaran çêdike û wiha got: "Tişta herî kêm ku bikaribin bikin an dewletên cîhanê welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de werbigirin an jî wan darizînin."

Rûspiyê eşîra Şêx Îsa, Enwer El-Namis bang li civata navneteweyî kir ku bi lez bikeve tevgerê û got: "Mayîna dosyaya DAIŞ'ê wekî xwe ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim fikaran çêdike. Divê civata navneteweyî bikeve tevgerê û çareseriyeke bingehîn ji dosyaya wan çeteyan û malbatên wan re bibîne."

Her wiha serokê Nivîsgeha Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed diyar kir ku ji aliyê civata navneteweyî ve destekdayîneke ber biçav ji bo Rêveberiya Xweser tune ye, bi taybet têkildarî kampên malbatên DAIŞ'ê.

Şêxmûs Ehmed careke din bang li civata navneteweyî, bi taybet Yekitiya Ewropayê kir ku welatiyên xwe yên di kampan û girtîgehan de werbigirin an jî desteka siyasî û aborî bidin Rêveberiya Xweser û deriyên sînor vekirin da ku Rêveberiya Xweser karibe zehmetiyên derbas bike, nemaze ku xeteriya terorê zêde dibe.

ANHA