Li Til Hemîsê 50 hezar îmze hatin komkirin

Li navçeya Til Hemîsê zêdetirî 50 hezar îmze ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" hatin berhevkirin.

Li Til Hemîsê 50 hezar îmze hatin komkirin
23 adar, 2022   11:52
QAMIŞLO

Însiyatîfa Navneteweyî ya Edalet ji bo Kurdan, ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin û heman kampanya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û welatên Rojhilata Navîn jî dest pê kiribû.

Şêniyên Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê tev li vê kampanyayê bûn û îro Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeyê bi daxuyaniyekê endamên komkirina îmzeyan ragihandin.

Hevserokê meclisa PYD’ê ya navçeyê Xalib El-Sadûn daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 57 hezar û 330 îmze hatine komkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê, dê aştî û demokrasiyê mîsoger bike."

Kampanyayên ji bo derxistina navê PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

(eh)