Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 kesên din bi korona ketin

Deseteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 kesên din bi korona ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 kesên din bi korona ketin
23 adar, 2022   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê da zanîn ku kesên bi korona ketine; 5 mêr in û 4 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê; 5

Reqa; 2

Qamişlo; 1

Tebqa; 1

Bi van daneyên dawî hejmara pêketiyên korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 38 hezar û 548 kesan, ji wan hezar û 567 kes mirine û 2 hezar û 565 kes jî baş bûne.