​​​​​​​Dewleta Tirk li Efrînê çêkirina avahiyên mêtingeriyê didomîne

Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya rêxistinên Kiwêtê li kantona Efrînê ya dagirkirî hîn jî avahiyên mêtingeriyê ava dike.

​​​​​​​Dewleta Tirk li Efrînê çêkirina avahiyên mêtingeriyê didomîne
23 adar, 2022   11:55
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker ji Adara 2018`an ve ji bo guhertina demografiya herêmê bi hevkariya komeleyên di bin navên "mirovî û xêrxwazî" de kar dikin, li Efrînê avahiyên mêtingeriyê ava dike. Beriya çend rojan li Efrînê projeyên mêtingeriyê yên nû dan destpêkirin.

Komeleya bi navê ‘El-Eyadî El-Beyda’ ya Kiwêtê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyand ku li gundê Şadrê yê êzidiyan ê li navçeya Şêrewa ya kantona dagirkirî bi navê "Besme" amadekariya vekirina qonaxa duyemîn a projeya avahiyên mêtingeriyê dike.

Hate gotin ku proje ji 125 avahiyan pêk tê û dê 600 çete û malbatên wan ên ji herêmên Sûriyê, tê de werin bicihkirin.

(eh)