​​​​​​​Li Xakurkê pîrozbahiya Newrozê ya gerîla

Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê li Xakurkê Newroza 2022'yan bi coşeke mezin pîroz kir.

​​​​​​​Li Xakurkê pîrozbahiya Newrozê ya gerîla
23 adar, 2022   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê Newroza 2022'yan pîroz dikin. Li Xakurkê pîrozbahiya Newrozê bi merasîmeke leşkerî dest pê kir. Gerîlayan agir vêxist û li dora êgir govend gerand.

Gerîlayan Newroza rêberê Abdullah Ocalan û ya gelê Kurd pîroz kir û der heqê girîngiya Newrozê de axivîn.

Gerîlayan diyar kir ku ew li hember êrişên dewleta Tirk hazir in û got: “Ji Xakurkê heta bi eyaletê Zapê em Newroza hemû hevrêyên xwe pîroz dikin. Em gerîlayen YJA Starê û HPG'ê, me xwe kar kiriye ku di her şertên zor de jî karibin têbikoşin. Ev Newroz dê azadiya fizîkî ya serok Apo û berxwedêrên zindanan bîne.”