Baxoz piştî 3 salan ji rizgarkirinê

Beriya bajarokê Baxozê zêde nedihat nasîn, lê ev sê sal in li tevahiya cîhanê deng daye, ji ber ku li wir dawî li çeteyên DAIŞ`ê hat. Piştî 3 salan ji rizgarkirinê, niştecihên wê vegeriyan jiyana xwe ya asayî.

Baxoz piştî 3 salan ji rizgarkirinê
Baxoz piştî 3 salan ji rizgarkirinê
Baxoz piştî 3 salan ji rizgarkirinê
Baxoz piştî 3 salan ji rizgarkirinê
23 adar, 2022   04:44
DÊRAZOR

23`yê Adara 2019`an dayikên 11 hezar şehîdan û 21 hezar birîndaran tilîliyên serkeftinê avêtin û tê gihaştin ku xwîna ewladên wan vala neçûye. Piştî pêngavekê ku zêdetirî 6 mehan dewam kir, wekî vê rojê beriya 3 salan, QSD'ê serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ`ê ragihand.

Bajarokê Baxozê derdora 110 kîlometreyan dikeve rojhilatê Dêrazorê û ji aliyê rojava û başûr ve li hemberî ava Firatê ye. Ji Sûriyê û Iraqê re herêmeke sînorî ye û nifûsa wê 47 hezar e. li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Baxoz baregeha dawî ya çeteyên DAIŞ`ê bû, ku lê hate tunekirin.

Ji ber şerên li Baxozê rû dan, binesaziya wê ji sedî 75 bû wêran bû, lê piştî herêm ji çeteyan hate rizgarkirin, Meclisa Sivîl a Dêrazorê yekser dest bi rêxistinbûyîna bajarokê kir.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Meclisa Gel a Bajarokê Baxozê ava kir, dûvre 18 komîn li tevahiya taxên bajarok û Şaredariya Gel a Baxozê saz kirin. Bi vî awayî şêniyên Baxozê dest bi kar û xebata jinûve avakirinê kirin.

XEBATÊN XIZMETGUZARIYÊ

Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Gel a Baxozê xebata yekemîn a ku pê rabû, rakirina bermahiyên şer e ku derdora 48 hezar metrekab bû. Meclisê bi alîkariya tîmên pispor zêdetir 470 term rakirin.

Bi armanca naskirina kar û xebatên xizmetguzariyê, ajansê me hevdîtin bi serokê Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Gel a Bajarokê Baxozê re Mihemed El-Time re çêkir. El-Time anî ziman ku ji ber şerên li bajarokê qewimîn, binesaziya wê hatibû wêrankirin, lê bi saya keda şêniyên herêmê û piştigiriya Rêveberiya Xweser rewşa xizmetguzariyê bi awayekî balkêş hate guhartin.

Mihemed El-Time ev li axaftina xwe zêde kir: "Piştî rakirina kavilan û vekirina rêyan me dest bi sererastkirina kanalîzasyonan û xetên avê kir, her wiha bi dirêjbûna 8 km rêya bajarok qîr kir."

El-Time diyar kir ku ji karên wan ên sereke sazkirina stasyona avê ya Baxozê ye ku ava vexwarinê dide tevahiya bajarok.

TENDURISTÎ Û PERWERDE

Meclisa Gel a Baxozê bi piştgiriya Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê navendeke tenduristiyê li bajarokê vekir, da ku li gorî derfetên xwe destwerdanên lezgîn û derzîkirinê bikin.

Navenda Tenduristiyê gelek derziyên Laşmanyayê li zarokên bajarok xist, her wiha derziyên COVID-19 ên ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabîn kiribûn, da.

Li Baxozê 14 dibistan bi temamî hatibûn hilweşandin, 7 jî wêran bûbûn û 3 şewitîbûn.

El-Time destnîşan kir ku wan 4 dibistan sererast kirin, derî û pencere guhartin û kursî ji xwendekaran re dabîn kirin. Hejmara xwendekaran li Baxozê 2 hezar e û ya mamosteyan jî 45 e.

ÇANDINÎ

Şêniyên bajarok debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikin, ji ber ku li hemberî ava Firatê ne, lê ji ber şer ziyan gihiştin qada çandiniyê û pompeyên avdanê.

Li bajarok 4 pompeyên avdanê hatin wêrankirin, di encamê de bandor li qada çandiniyê kir. Rûbera çandiniyê li wir 30 hezar donim e, jê 7 hezar donim ji pompeyên bajarok ên yekemîn û bîran têne avdan.

Têkildarî mijarê hevserokê Pompeya Baxozê ya Çandiniyê Ehmed El-Şihab wiha axivî: "Me pompeya avê ya Baxozê ya yekemîn ku 6 hezar donim av dida û niha jî 3 hezar donim ava dide, sererast kir. 4 hezar donim jî ji bîran têne avdan."

Dewleta Tirk a dagirker rêjeya para Sûriyê û Iraqê ya ji ava çemê Firatê kêm kir ji ber vê yekê bandor li herêmên gundewarên rojhilatê Dêrazorê kir.

Ehmed El-Şihab li ser vê yekê wiha axivî: "Hîn pêwîstiya me bi sererastkirina pompeyan heye, ji ber ku rêjeya ava Firatê kêm bûye û qadeke fireh a çandiniyê bi zirar bû, ger wiha bimîne jî dê kareseteke mirovî rû bide."

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Gundewarên Rojhilatê Dêrazorê Mihemed El-Zayîd jî salvegera 3`yemîn a rizgarkirina bajarokê Baxozê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û şehîdên pêngava rizgarkirên bi bîr anîn.

Mihemed El-Zayîd ev li axaftina xwe zêde kir: "Piştî rizgarkirinê, bi saya hevgirtina şêniyan, şêx û rûspiyên wê ya bi QSD`ê re, li bajarokê Baxozê ewlehî û îstiqrar mîsoger bû." 

El-Zayîd di dawiyê de got: "Rizgarkirina bajarokê Baxozê serkeftineke mezin bi xwe re anî, her wiha rêya ronahiyê li pêşberî gelê azadîxwaz vekir ku ji bo dewletên piştgiriya çeteyan dikirin derbeyek bû."

Ruxmî têkbirina DAIŞ'ê di aliyê erdîngariyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê êrişên şaneyên wê li dijî kesayetên navdêr  û saziyên sivîl ên herêmê zêde bûn, bi van êrişan dixwazin şêniyan bitirsînin.

Têkildarî mijarê ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Gundewarên Rojhilatê Dêrazorê Ezam Mihemed axivî: "Rizgarkirina bajarokê Baxozê ji bo tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî girîngiyeke mezin bû. Sedema vê yekê jî ew e ku encamên erênî bi xwe re anî, jê xelasiya gel ji tirs û xofa çeteyan e."

Ezam Mihemed da zanîn ku di pêvajoya rizgarkirina Baxozê de, hikumeta Şamê û Rûsyayê ku piştgiriya çeteyan dikirin, helwestên neniyî nîşan dan, jê êrişên domdar ên bi armanca astengkirina pêvajoya rizgarkirinê, ji ber ku serkeftina QSD`ê ne li gorî siyaseta van aliyan bû.

Mihemed anî ziman ku bi saya berxwedana gelê herêmê û piştgiriya wan ji QSD`ê re, wan serkeftin mîsoger kir ku ji hemû cîhanê re xwedî girîngiyeke mezin bû.

Ezam Mihemed diyar kir ku bi saya hevgirtina gelê herêmê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re herêmê aram e.

Ezam Mihemed îşaret pê kir ku êrişên şaneyên DAIŞ`ê hemwextî êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê hatin kirin û got: "Armanca van êrişan vîna gelê herêmê bişkîne. Em di xebata xwe de berdewam in heta ku şaneyên DAIŞ li tevahî herêmê tune bikin."

Piştî rizgarkirina Baxozê, QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, gelek operasyonên ewlehiyê pêk anîne. Di encamê de di nav de serçete bi sedan endamên şaneyên DAIŞ'ê hatin girtin û miqdareke mezin a teqemeniyê hatin desteserkirin.

(eh)

ANHA