​​​​​​​‛Rêveberiya Xweser tecrûbeyeke niştimanî ye'

Rêveberên partî û tevgerên siyasî yên Sûriyê da zanîn ku divê çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya projeya nîştimanî ya Sûriyê ya dûrî bidûrxistina pêkhateyan be û got, Rêveberiya Xweser tecrûbeyeke niştimanî ye.

​​​​​​​‛Rêveberiya Xweser tecrûbeyeke niştimanî ye'
23 adar, 2022   02:33
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Aloziya Sûriyê sala xwe ya 11’an derbas kir, lê hîna asoyên çareseriyek nêzî xetimandî ne. Hemû hewldanên qaşo bi navê çareserkirina aloziyê Sûriyê, ji wan jî civînên li Cinêv û Astanayê bê encam bûn. Ji ber wê gelê Sûriyê ji hemû qadên siyasî û fikirên cuda banga lidarxistina diyalogên sûrî dikin ku tu pêkhateyek jê neyên dûrxistin. Ji ber diyalogên navxweyî rêya yekane ya çarekirina aloziya Sûriyê ye. Her wiha diyar dikin ku ne pêkan e bêyî çareserkirina doza Kurd bi rêyên aştiyanealoziya Sûriyê bê çareserkirin.

‛BÊYÎ ÇAREKIRINA DOZA KURD BI RÊYÊN EWLE  NE PÊKAN E KRÎZ BÊ ÇARESERKIRIN’

Rêveberê Şepêla Guhartina Aştiyane Fatih Camûs bi rêya ajansa me banga pêkanîna diyaloga cidî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê kir û wiha got: "Mijara neteweya Kurd li Sûriyê mijareke ji gelek aliyan ve girîng û navendî ye. Bêyî diyaloga cidî û çareserkirina wê dê doza demokrasî kêm û xwar bimîne. Ev yek derveyî destwerdanên derve ye, lê divê aliyên navxweyî yên muxalefta nîştimanî ya Sûriyê, desthilatdarî, civaka xizmetguzarî û piraniya bloka civaka sivîl xwediyê wê bin. Bêyî vê diyalogê û bêyî gihandina ber çareseriyek demokratîk ji vê dozê re em nikarin bi rêyên ewle ji vê aloziyê derkevin."

Camûs da zanîn ku rêveçûnên diyaloga derve dem di ser re derbas bûne û divê balê bikişînin ser rêveçûnên diyaloga hundirîn û wiha domand: "Bêyî wan rêveçûnan em nikarin tu pêşketinê pêk bînin. Divê em hêzeke aktîf li hundir ava bikin da ku em bibin xelekeke hevsengiyê di diyaloga hundirîn de û da ku em neyên paşguhkirin. Ji ber desthilata necidî bi rêya diyalogê yan jî aliyên derve di diyalogên li ser Sûriyê û yên li derveyî Sûriyê de me paşguh dikin."

‛DIVÊ HERÊMÊN DAGIRIRÎ WERIN RIZGARKIRIN’

Li aliyekî din jî Sekreterê Giştî yê Partiya Nûjen û Ronasansê ya Sûriyê Mistefa Qelecî wiha got: "Tecrûbeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şehba û taxa Şêxmeqsûd a Helebê tecrûbeyeke têkiliya xwe bi avakirina civak û tevlêbûna sûrî ya nîştimanî ya rasteqîn e."

Qelecî diyar kir ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve ji kevn de hevgirtî ye û wiha domand: "Mijara Rêveberiya Xweser li ser sûriyan ne mijareke nû ye. Ji kevn de  gelê Sûriyê hevgirtî û yek bûn, ev tecrûbe digel krîzê de careke din xwe dubare dike."

Mistefa Qelecî îşaret bi pêwîstiya rizgarkirina xaka Sûriyê ji dagirkeriyê kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Tiştê em dixwazin ew e ku herêmên ji hêla dewleta Tirk an jî aliyên din ve hatine dagirkirin bi taybet bûka bajan Efrîn  werin rizgarkirin."

(fr)