Misir piştgirî da çareseriya siyasî ya li gorî biryara NY'yê

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî di civîna asayî ya 48’an a Meclisa Wezîrên Karên Derve yên dewletên Rêxistina Hevkariya Îslamê  de got, welatê wî piştgiriyê dide xebata siyasî ya li Sûriyê ya li gorî biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî.

Misir piştgirî da çareseriya siyasî ya li gorî biryara NY'yê
22 adar, 2022   17:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî di civîna 48’an de ku li paytexta Pakistanê Îslam Abad li dar ketiye got "Misirê girîngiyê dide xebata siyasî ya li Sûriyê di bin sîwana NY’yê de li gorî biryara 2254’an."

Şukrî anî ziman ku welatî wê teqezî bi girîngiya parastina yekitî, îstîqr û serweriya Iraqê dike, her wiha xebatên Iraqê yên şerê li dijî terorê de silav dike û da zanîn ku divê destwerdanên derve li karûbarên Iraqê werin rawestandin.

(fr)