​​​​​​​Kaniya wêjeya kurdî ku tu carî zuha nabe; Tîrêj

Helbestvan û hunermendên Kurdistanê di salvegera koça wî ya dawîn de diyar kir ku Seydayê Tîrêj ji bo wan kaniyeke wêjeyê ye ku tu carî zuha nabe û berhemên wî ji wan re bûne îlham.

​​​​​​​Kaniya wêjeya kurdî ku tu carî zuha nabe; Tîrêj
23 adar, 2022   00:47
NAVENDA NÛÇEYAN – BÊRÎVAN BEYAR

Îro salvegera 20'emîn a koça dawîn ya nivîskar û helbestvan Seydayê Tîrêj e. Seydayê Tîrêj bi nivîs û helbestên xwe dewlemendiyek da wêjeya kurdî. Bi dehan helbestên wî bûn stran ku heta niha tên gotin.

Seydayê Tîrêj an ku Nayîfê Hiso, di sala 1923'yan de li gundê Mecmokê yê navçeya Amûdê çavê xwe li dinê vekir. Dema 6 salî bû, bi malbata xwe re berê xwe dide gundê Sêmitikê yê heman navçeyê û li wir li ber destê Mele Îbrahîm fêrî Quranê dibe û di dibistanên olî de fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Di sala 1937´an de berê xwe dide navenda navçeyê, li wir derbasî dibistanê dibe. Heta 5 salan dixwîne û ji ber mercên aborî yên dijwar dibistanê terk dike. Li wir têkiliyên wî bi helbestvan Cegerxwîn, Qedrî Can û Nûredîn Zaza re xurt dibin û li gel wê xebatên nîştimanperweriyê dike û cihê xwe di Xoybûnê de digire. Sala 1973'yan tevî malbata xwe li Hesekê bi cih dibe.

Têkiliyên Tîrêj bi partiyên kurdî re tune bû, lê di helbestên xwe de cihekî girîng daye doza kurdî û hezkirina welat. Ji ber hebestên xwe yên neteweyî ji aliyê rejîma Baasê ve hate girtin û berhemên wî hatin desteserkirin, lê tevî van zextan jî dev ji helbestvaniyê berneda

BERHEMÊN WÎ

Dîwana wî ya yekemîn bi navê "Xelat" di sala 1985'an de hat çapkirin. Her wiha dîwana Cûdî, Mewlîda Kurmancî, Serpêhateyên Kurdî û bi dehan helbestên din hene.

Ji ber keda xwe ya giranbuha di wêjeya kurdî de Seydayê Tîrêj 3 caran hate xelatkirin. Gelek helbestên wî bûne stran, mîna "Ey Bilbilê Dilşad" û "Siyamend û Xecê".

Seydayê Tîrêj 23'yê Adara 2002'an ji ber nexweşiyê li Hesekê koça dawî kir. Cenazeyê wî bi merasîmeke girseyî bi beşdarbûna bi hezaran kesî li gundê Gir Keftar hate veşartin.

Helbestvan û hunermendên Kurd di salvgera 20'an a koça wî de, Seydayê Tîrêj bi bîr anî.

‘BERHEMÊN TÎRÊJ XEZÎNEYEKE PIR BI NIRX IN’

Helbestvan Leyla Reşo ku ji bajarê Hesekê ye, diyar kir ku Seydayê Tîrêj mîna hemû helbestvanên klasîk dewlemendiyeke pir mezin ji gelê Kurd re hişt û got: "Helbestvanê nemir Seydayê Tîrêj bi berhemên xwe, gencîneyeke pir binirx e û hîmên çand û kultura kurdî ye."

Têkildarî bandora Tîrêj, helbestvan Leyla Reşo got: "Seydayê Tîrêj xwediyê şêwaza klasîk e û bi helbestên xwe bandoreke pir mezin li giyanê min kiriye. Tiştê ku herî zêde bandor li min kiriye, dixwest Newroza xwe li Amedê pîroz bike, lê ew mirad bi cih nehat."

Leyla Reşo di dawiya axaftia xwe de bang li hemû rewşenbîr, nivîskar û helbestavan kir û got: "Ên xwedî li dîroka xwe dernekevin pêşeroja wan baş nabe."

 ‘SEYDAYÊ TÎRÊJ DIBISTANEK E’

Hunermend Kawa Urmiyê jî Seydayê Tîrêj bi bîr anî û got: "Bê guman em nikarin bi çend gotinan pesnê Seyda bidin. Ji ber ku Seydayê Tîrêj di qabîliyeta xwe de li ser wêje û edabiyata kurdî ekoleke gelekî mezin e. Di asîmanê welatê min de ji hêla nivîsê li ser wêje û edabiyatê, dîwan, helbest dilsoziya ji bo welatê xwe, xweza û berhemên wê gelek çira, gelek stêrkên geş hene. Bê guman yek ji wan Seydayê Tîrêj e û heta roja îro ji bo nişfên nû wekî dibistanekê ye. Di hemû helbestên xwe de evîna xwe ya herî girabuha li ser parastina welatê xwe yê birîndar tîne ziman.”

Hunermend Kawa Urmiyê got: "Seydayê Tîrêj ji bo me fîlozek e, kaniya wêje û edebiyatê ye ku tu carî zuha nabe. Em hemû muhtacê wê ne, ji bo xwedî derketina vê dewlemendiyê, vê cewhera ku ji bona gelê me wekî ekolekê ye strekeke geş li asîmanê wêje û edebiyatê de ye. Seydayê Tîrêj hem kesayetî de û hem jî di aliyê xwedîdkerina li nirxê neteweyî de Seydayê Tîrêj tiştek gelekî cuda daye, divê em bi awayekî hîn zêdetir pêk bînin û xwedî li vê mîrateyê derkevin, bi awaz, bi stranên giranbuha ku bikevin arşîva nemiran divê em bi vî rihê nêzîkî felsefeya nemir bibin, ji ber ku bi rastî di warê pênasekirinê de, taybet di aliyê helbestan wê de xemla Kurdistanê, dewlemendiya binerd û sererd a Kurdistanê, nîşan daye divê em bi aweyekî zêdetir xwedî li vê deryaya ilmî derkevin û xweştir û geştir bikin.”

Kawa Urmiyê got li Rojhilatê Kurdistanê gelek mamoste hene ku gihaştine asteke girîng li ser rêbazên Tîrêj û parastina resentiya hunera kurdî, wêjeya kurdî û helbestên kurdî ne.

Her wiha Kawa Urmiye diyar kir ku xwedîkerketina li mîrateya Seydayê Tîrêj erkeke nîştimanî ye û wiha domand: "Divê bîrdariyên kesayetên wiha bên çêkirin û xwedîderketin madî û manewî be. Divê ev babetên wisa giranbuha bi her awayî bên parastin."

EVÎNA BÊDAWÎ…

Ji Bakurê Kurdistanê hunermend Firat Med Seydayê Tîrêj bi bîr anî û got: “Seydayê Tîrêj ji bo me ev hişt; huner û helbest bi têkoşîna neteweyî ve girê da û evîn û hezkirina welat û têkoşîn nîşan dan. Mîrata kesên wekî Tîrêj jî ronahî, hêz, îman û dilê têkoşeriyê dide min.”

Firat Med li ser bandora ku wêjeya Seydayê Tîrêj lê kiriye, got: "Bandora ku li min kiriye ev e; evîna bêmirin, welat, netewe û axa mirov. Ev evîn evîneke bê dawî ye."

ANHA