​​​​​​​4 îsraîlî hatin kuştin

Li bajarê Biir El-Sebi yê dikeve başûrê Filistînê filîstiniyekî pêlî îsraîliyan kir û bi kêran li wan da, di encamê de 4 îsraîlî mirin û 2 jî birîndar bûn.

​​​​​​​4 îsraîlî hatin kuştin
22 adar, 2022   17:25
XEZA

Kanala 13’an a îsraîlî ragihand ku piştî ku filistînî pêlî gelek îsraîliyan kir û bi kêran li wan da, hêzên ewlehiya Îsraîlê gule avêtin wî û ew kuşt.

Serokê hikumeta Îsraîlê Naftali Bennett banga lidarxistina civîneke lezgîn ji bo "lêkolîna li ser çalakiyê" kir. Di heman demê de komên Filistînê ev operasyon pîroz kir û di daxuyaniyên cuda de "operasyon lehengane" pîroz kir û "şehîdê berxwedanê" silav kir û banga "bilindkirina berxwedanê" kir.

 (fr)