​​​​​​​Ji bo derxistina PKK' ji "lîsteya terorê" zêdetir nîv milyon îmze hatin komkirin-HATE NÛKIRIN

Pêngava derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” didome ku ji aliyê Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ve hatiye lidarxistin. Heta niha zêdetirî 500 hezar îmze hatin komkirin.

​​​​​​​Ji bo derxistina PKK' ji "lîsteya terorê" zêdetir nîv milyon îmze hatin komkirin-HATE NÛKIRIN
22 adar, 2022   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13`ê Kanûnê de pêngaveke ji bo derxistina navê Partiya Karkerên Kudistanê (PKK) ji “lîsteya terorê” ragihand.

Heta niha zêdetirî hezar kesayetên ji zêdetirî 30 dewletan tev li pêngavê bûne. Gelek ji wan parlamenter, akademisyen, hunermend, siyasetmedar, nivîskar û çalakvan in.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi rêya nivîsgeh û endamên xwe yên li navçe û bajaran pêngav bi rêve bir.

PYD`ê li bajar, navçe, bajarok û gundewaran komîte ava kirin ku serdana malan kirin û dest bi komkirina îmzeyan kirin. Şêniyan bi giştî piştgiriya xwe bi PKK'ê re nîşan dan.

Li gorî daneyên komîteyan, heta niha hejmara îmzeyan gihaşt 526 hezar û 295 îmzeyan.

HERÊMA CIZÎRÊ

Li bajar û navçeyên kantona Hesekê pêngav berdewam e. Li gelek navçeyan encamên pêngavyê hatin ragihandin; li navçeya Dirbêsiyê 30 hezar û 744 îmze, li navçeya Holê 10 hezar, li navçeya Til Temirê 22 hezar û li Şedadê 29 hezar û 500 îmze hatin komkirin.

Li komîteyan, pêngav navenda bajarê Hesekê berdewam e.

KANTONA QAMIŞLO

Pêngav li bajar û navçeyên kantona Qamişlo berdewam e. Encamên pêngavê yên li navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa hatin eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniya Meclisa PYD`ê li navçeya Tirbespiyê 32 hezar û 58 îmze û li Çilaxa 16 hezar û 284 îmze hatine komkirin.  

GIRKÊ LEGÊ

PYD`ê li Girkê Legê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di çarçoveya pêngavê de 26 hezar hatin komkirin.

Li Tebqa û Dêrazorê zêdetir 140 hezar hatin komkirin û pêngava li Reqayê berdewam e

Li gorî komîteyan, li herêma Tebqa û gundewarê wê 136 hezar û 520 îmze û li Dêrazorê derdora 10 hezar îmze hatine komkirin.

Li Reqayê jî pêngav heta 15`ê Nîsanê berdewam e.

Endama Înstiyafê ya Tebqayê Şeza El-Hisên diyar kir ku ew di kolan, tax û gundewarên dûrî bajêr de geriyan e heta ku îmzeyan kom bikin. Şêniyan jî piştgiriya xwe ya bi fikr û felsefeya partiyê rave kir.

Şeza El-Hisên wiha domand: “Tevlêbûn baş bû, ji ber ku fikr û rêgezên partiyê bi lez di nav şêniyan de hatin qebûlkirin. Sedema wê jî; ew tevgereke rizgariyê ye û li ser biratiya gelan ava bûye. Gelên herêmê hêvî dikin ku azadî û mafên xwe bi dest bixin.”

Di dawiyê de Şeza El-Hisên destnîşan kir ku pêngava wan berdewam e heta ku edalet ji PKK û Tevgera Rizgariya Kurdistanê re pêk tê.

ŞEHBA

Li kantona Şehbayê, meclisa kantonê diyar kir ku wan heta niha derdora 41 hezar û 300 îmze kom kirine, pêngav berdewam e.

HERÊMA FIRATÊ

Di 22`yê Sibatê de Kongra Star a herêma Firatê daxuyaniyek da û tê de eşkere kir ku di çarçoveya pêngava derxstina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” de 74 hezar îmze hatine komkirin.

Li Minbicê Komîteya Rêber Abdullah Ocalan eşkere kir ku 180 hezar îmze kom kiriye.

ŞAM

Kurdistaniyên li Şamê di 8`ê Adarê de pêngavya derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” dest pê kir.

Girêdayî mijarê, kurdistaniyan, daxuyaniyek da û got mayîn navê PKK`ê di “lîsteya terorê” de li pêşiya pêkanîna aştiyê li herêmê dibe astengî.

Her wiha kurdistaniyan bang li YE`yê û aliyên têkildar kir ku navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” derxin.

Dê encamên pêngavê ji YE û saziyên têkildar ên DYA`yê re bên pêşkêşkirin û ji bo parlamenteran bibin lêvegerek da ku vê dozê bixin rojeve parlamentoyên neteweyî yan jî federal.

(şx)

ANHA