​​​​​​​Li Herêmên Parastinê yên Medyayê pîrozbahiya Newrozê ya gerîla

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayên HPG û YJA Starê li hev kom bûn û Newroz pîroz kir.

​​​​​​​Li Herêmên Parastinê yên Medyayê pîrozbahiya Newrozê ya gerîla
22 adar, 2022   08:07
NAVENDA NÛÇEYAYN

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi merasîmeke leşkerî dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. Di pîrozbahiyê de ji fermandarên HPG’ê Agît Reşît axivî.

Agît Reşît, Newroz li rêber Abdullah Ocalan, hemû gelên bi ruhê berxwedanê li ber xwe didin pîroz kir û bal kişand ser vî tiştî ku ruhê berxwedana tovên di sala 1973’yan de hatine avêtin, çawa heta îro hatiye, dê ji niha û şûnde jî bi ruhê fedaî û bi hêza ku ji berxwedana Îmraliyê stendine, dê bi biryardariyeke mezin bidomînin.

Fermandar Agît Reşît got: “Tarza rêber Apo tarza serkeftinê ye. Em her tim hay ji vî tiştî hene. Em dizanin dijmin ji me ditirsin. Bi awayekî barbarî û bê exlaqî êrişî me dikin. Bila ji niha û şûnde bêtir ji me bitirsin. Fedaiyên rêber Apo tên. Em ji her demê zêdetir modern û jîr in û nêzî rêber Apo e. Em ê tola salan hilînin. Em ê Kurdistanê bikin gora dijmin. Em ê bi tarza têkoşînê ya rêber Apo, Newroza 2022’yan bikin azadiya rêber Apo. Em ê bê Rêbertî nejîn.”

Gerîlayan piştre li dora agir govend gerand û bi şev jî bi fîşekên hewayî Newroz pîroz kir.