'Li dijî êrişên dagirkeriyê em mafê parastina rewa bi kar tînin'

Ji fermandarên QSD'yê yên li eniyên Eyn Îsayê Egîd Girê Spî diyar kir ku armanc ji êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û jihevistina tevna civakî ye. Egîd Girê Spî anî ziman ku li dijî êrişan, hêzên wan mafê parastina rewa bi kar tînin.

'Li dijî êrişên dagirkeriyê em mafê parastina rewa bi kar tînin'
22 adar, 2022   04:50
EYN ÎSA – DICLE EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên rojane li dijî sivîlan li Eyn Îsayê dewam dikin. Dagirkeran gundê Xalidiyê, Hoşan, Cideyde, Mielek, Seyda, rêya M4 yên rojavayê navçeyê, gundewarên girêdayî bajarokê Hîşa yên  rojhilatê navçeyê ku sivîl di wan de dijîn bi çekên giran û balafirên bê mirov bombebaran kir.

12`ê Adarê ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundên bajarokê Hîşe Xelef Casim Firêc (15), Ewad Newaş Inêzan (14) û Mahir Newaş Inêzan (10) birîndar bûn. Her wiha ji ber bombebarana bi balafirêna bê mirov a li ser gundê Hoşan ê rojavayê navçeya Eyn Îsayê zerarên madî gihaşt malên û milkên sivîlan û malên wan hilweşiyan.

19`ê Adarê gundê Seyda, Mielek, rêya M4, kampa Eyn Îsa, binzînxane û xwaringeha Seqir ên gundewarên rojavayê navçeyê hatin topbarankirin. Ev êriş dema ku şêniyên navçeya Eyn Îsayê Newroz pîroz dikirin hatin kirin.

Têkildarî mijarê ji fermandarên QSD'ê yên eniya Eyn Îsayê, Egîd Girê Spî ji ANHA`yê re diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane gundewarên nêzî rêya navneteweyî bi taybet gundê Xalidiyê, Hoşan û Mielek, her wiha erebeyên sivîlan ên di rê re derbas dibin, topbaran dike û ziyan dighêje mal û milkên sivîlan.

Derbarê armanca dagirkeran ji hedefgirtina sivîlan Egîd Girê Spî wiha axivî: "Armanc ku hêzên me ku li gorî agirbesta di peymana sala 2019`an de hatiye îmzekirin tevdigere, tehrîk bike. Dewleta Tirk a dagirker bendên peymanê binpê dike. Gundewarên nêzî rêya navneteweyî û ji destpêka ku bajarê Girê Spî dagir kiriye, navenda navçeya Eyn Îsayê bi awayekî rojane topbaran dike."

Egîd Girê Spî destnîşan kir ku armanca dagirkeran ji êrişan qada dagirkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bike, şêniyên wê koçber bike, aramî û ewlehiya herêmê xira bike, hevgirtina civakî û jiyana hevbeş di navbera gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de têk bibe.

Egîd Girê Spî wiha domand: "Tevgereke zêde li ser xetên şer heye bi taybet ên nêzî rêya navneteweyî û aliyê bakurê navçeyê Eyn Îsayê. Satir li derdora baregehên leşkerî têne dayîn, avakirina baregehên nû û bicihkirina çekên giran mîna moşek, tank, top û çeteyan  zêde bûye."

Egîd Girê Spî diyar kir ku QSD`ê dê parastina xak û gel bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "QSD`ê dê li hember hemû hewldanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekine û di çarçoveya mafê me yê rewa de em parastina sînor û gel diki. Em ê her bihusteke ji xaka me ku hatiye dagirkirin rizgar bikin."

(bx)

ANHA