Peyama Îranê ya bi moşekan- ŞUKRU GEDÎK

Peyama Îranê ya bi moşekan- ŞUKRU GEDÎK
22 adar, 2022   01:43

Îranê bi fermî berpirsyariya êrişa bi moşekan a li ser Hewlêrê girte ser xwe. Artêşa Pasdaran ew êriş girte ser xwe ku bi moşekên balîstîk pêk hatiye. Peyamên girîng di vê yekê de hene. Tevî ku ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê diyar kir ku 'armancên stratejîk ên Îsraîlê' kirine hedef jî, hedefên sereke cuda ne. Ev êriş êrişa li dijî rêveberiya Hewlêrê ye. Avahiya K24 TV û studyoya wê û mala serokê Koma Kar Baz Kerîmî ku di sektora enerjiyê de dixebite, kirin hedef.

Tirkiyê Başûrê Kurdistanê fiîlî dagir kiriye. Tifaqên bi PDK'ê re di bin navê têkoşîna li dijî PKK'ê de, bûn sedema gelek pirsgirêkan. Êrişên wê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û Şengalê jî êrişên li dijî mafên serweriyê yên Iraqê ne. Herêma Başûr ne tenê li ber bikaranîna dewleta Tirk hatiye vekirin, her wiha ji bo Amerîka û Îsraîlê jî bûye baregeheke sereke. Têkiliyên Tirkiye û rêveberiya Başûr û hebûna DYA û Îsraîlê ya li herêmê bûne hinceta êrişa bi moşekan.

Koma Kar ku di warê petrol û gazê de di bazara navneteweyî de kar dike, petrol û gaza herêma Kurdistanê digihîne bazarên navneteweyî. Tirkiye û rêveberiya Başûr demeke dirêj e ji bo vekirina herêma Başûr li ber bazarên cîhanê ku tê gotin rezervên petrol û gazê yên gelekî dewlemend lê hene, muzakere kirin û peyman îmze kirin. Hedefgirtina vê dezgehê ku dihêle alternatîfa gaza Îranê çêbe, ji bo Tirkiye û PDK'ê peyamek e.

Tirkiyê PDK xistiye bin baskê xwe. Çawa ku malbata Barzanî petrol û gazê di ser Tirkiyê re diherikîne bazarên cîhanê, û lewma jî pêwîstiya wê Tirkiyê heye, Tirkiye jî ji vê bazirganiyê sûdeke mezin werdigire. Ji ber vê jî têkiliyên Tirkiye-PDK'ê û têkiliyên PDK'ê yên bi DYA û Îsraîlê re gihaştine wê qonaxê ku Îranê gelekî aciz bikin. PDK û bi taybetî jî malbata Barzanî ji bo bêaramiya herêmê rîskên mezin derdixin holê. Polîtîkayên Barzaniyan ên ji bo berjewendiyan ku Başûr dikin hedef, zirarê ddin berjewendiyên neteweyî yên Kurdan.

Pirsgirêkeke din jî ew e ku Tirkiye bi rêya namzetê PDK'ê dest di hilbijartinên serokkomariyê yên Iraqê werda û hewl dide di siyaseta Iraqê de pozîsyoneke girîng bi dest bixe. Tirkiye jî mîna Îranê dixwaze li meydanê hebe. Bi hewesa sînorên Mîsaqa Mîllî hewl dide li Iraqê belav bibe û li dijî Îranê di nava pêşbirkê de be. Betalkirina namzetiya namzetê serokkomariyê yê PDK'ê û biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser dahatên petrolê yên rêveberiya Başûr, wek destwerdaneke Îranê tê dîtin.

Ji ber ku malbata Barzanî bi temamî angajeyî Tirkiyê bûye, hevpeymanên wê yên aborî, siyasî, leşkerî û yên petrol û gazê ji bo Iraqê jî û ji bo Îranê jî pirsgirêkên mezin in.

Hebûna mezin a DYA û Îsraîlê li herêmê, ku heta ber deriye Îranê hatine, bûyereke wekî ya li Ukraynayê bi bîr dixe. Îran li Iraqê ji aliyê DYA û Îsraîlê hatiye dorpêçkirin li nemaze li Başûr hêzên wan heneû lewma jî ne mimkun e ku Îran reflekseke wiha nîşan nede. Çawa ku Ukraynayê ji bo Rûsyayê rîskek çêkir, Iraq û Başûr jî diyardeyeke rîskê ji bo Îranê çêkir.

Kuştina Qasim Suleymanî û êrişên li dijî Heşdî Şabî nîşan didin ku DYA û Îsraîl di pozîsyoneke wisa de ne ku di nava Iraqê de li dijî Îranê operasyonan bikin. Êrişên bersivdayînê yên Îranê û hêzên bi ser wê ve, carinan bû sedem ku alozî li Iraqê zêde bibe. Ji ber vê yekê, veguhastina DYA’ya ya hebûna xwe ya leşkerî ya li Iraqê ber bi Başûr ve, xetereyê li ser Başûr çêdike. Tora peywendiyên a malbata Barzanî, metirsiyên li ser berjewendiyên neteweyî piştguh dike, ji ber ku tenê berê xwe dide alîkariyên ji derve bên.

Heta ku polîtîkayên ku Hewlêr kiriye hedefa moşekan neyên lêpirsînkirin, pêşî li êrişan nayê girtin. Refleksên Îranê yên ji bo êrişa bi moşekan a li ser Hewlêrê, asta xetereyê nîşan dide. Divê peyama van êrişan û bandora wê ya herêmî baş bê dîtin.

Îsraîlê dema ku şerê Ukraynayê nirxand, pê hesiya ku rîsk li ser wê çêbûye û ji ber vê jî hişyar e. Dibêje “Şerê li Ukraynayê Rûsya, Sûriye û Îranê zêdetir nêzî hev kirin û ev yek gefê li Îsraîlê dixwe” û dest bi hemleya dijber kir. Ji bo vê jî li Sûriyê êrişî hedefên Îranê dike û ziyanê didê. Hewlêr cihê herî guncaw e ku Îran êrişên dijber lê bike. Rêveberiya Hewlêrê jî bi poltîkayên xwe  Hewler ji bo Îranê kiriye hedef.

Divê dev ji siyasetên derve û peymanên dualî yên ku dê zirarê bidin gelê Kurd û berjewendiyên neteweyî berde û divê nebe piştgira hêzên derve. Nexwe dê êrişên bi vî rengî berdewam bikin.