Rûspiyên eşîrên Helebê: Bi hevkariya Kurd-Erban hemû êriş têk çûn

Endamên Komîteya Rûspiyên Eşîrên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, îşaret bi hevkariya Kurd-Ereban kir û got: "Divê were xurttkirin, da ku planên parçekirinê têk biçin."

Rûspiyên eşîrên Helebê: Bi hevkariya Kurd-Erban hemû êriş têk çûn
22 adar, 2022   00:48
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Têkilî û hevkariya pêkhateyên Kurd û Ereban ji berê ve û heta niha dewam dikin, her du aliyan bi saya vê xisletê hemû planên parçekirinê têk birin û ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2012`an ve hîn zêdetir hevgirtina xwe ava kirin û civakeke demokratîk mîsoger kirin.

Di vê çarçoveyê de endamên Komîteya Rûspiyên Eşîran ên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê got: "Divê têkiliyên Kurd û Ereban were pêşxistin, da ku hemû êrişên ji derve têk biçin û li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan civakeke demokratîk ava bibe."

ꞌXWÎNA KURD, EREB Û SURYAN TEVLIHEV BÛꞌ

Bi mijarê ve girêdayî endama Komîteya Rûspiyên Eşîran Semîra Elûş îşaret bi hevkariya Kurd û Ereban kir û wiha axivî: "Kurd û Ereb hev temam dikin û ji destpêka aloziya Sûriyê ve hevgirtina me xurttir bû."

Semîra Elûş diyar kir ku ferq û cudahî di navbera Kurd û Ereban de tune ye, her du aliyan li dijî êrişan li ber xwe da, mînka taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berçav e û wiha got: "Em gelekî hevgirtî ne û wekî malbatekê ne, xwîna me têkilî hev bûye û yek e, li aliyekî din jî çarenûsa me hevbeş e, ji lewma em ê vê nêzîkatiyê hîn xurttir bikin."

ꞌXALÊN HEVBEŞ ME TÎNE GEL HEVꞌ

Endamê Komîteya Rûspiyên Eşîran Omer El-Şamî anî ziman ku danûstandina Kurd û Ereban ji destpêka dîrokê ve ye û ev lê zêde kir: "Hevkarî û danûstandina Kurd û Ereban xwedî dîrokeke kevnar e û di aliyan de hate nîşandan, ji wan ol, fikr û parastina erd û rûmet."

Omer El-Şamî diyar kir ku Kurd û Ereban di eniyekê de li dijî dijmin şer kirin, mînake vê yekê jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê ku gelek ji wan li Til Şiqêf a Lubnanê şehîd bûn. Ev taybetmendî heta roja îro jî dewam dike.

El-Şamî bal kişand ser hevgirtina Kurd û Ereban a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û wiha dewam kir: "Bi saya vê hevgirtinê hemû planên bi armanca parçekirina civakê têk çûn. Isbata vê yekê jî dema çeteyan êrişî taxê kir em destek bûn û me zora wan bir."

ꞌDIVÊ EM HEVKARÎ WERE BELAVKIRIN'

Omer El-Şamî îşaret pê kir ku divê tecrûbeya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dli hemû tevahî Sûriyeyê were bicihkirin û belavkirin, her wiha divê fikrê jiyana hevbeş û biratiya gelan jî were belavkirin, da ku tevahiya erdên dagirkirî werin rizgarkirin.

Endamê Komîteya Rûspiyên Eşîrên Helebê Ebdurehman Xizo diyar kir ku hin alî dixwazin fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de derxin û ev lê zêde kir: "Lê hemû hewldanên wan ên parçekirina Kurd û Ereban vala derketin, ji wê zêdetir jî di her du pêkhateyan di eniyekê de cihê xwe girtin û hevgirtina wan xurttir bû."

ꞌDIVÊ EM LI SER BINGEHA FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER OCALAN TEV BIGERINꞌ

Xizo anî ziman ku bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, hevgirtina pêkhateyan hate avakirin û got: "Fikrê rêber Abdullah Ocalan çavkaniya hevgirtina me ye. Divê em şopdarên fikirên wî bin."

Di dawiyê de Ebdurehman Xizo got, jiyana hevbeş li wan taxên biçûk ên Sûriyê anku Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate avakirin.

(eh)

ANHA