Îlham Ehmed: PKK`ê ji bo gelên bindest Newroz e

Îlham Ehmed tev li Newroza herêma Efrînê bû û got: “PKK`ê ji bo gelên bindest Newroz e. Azadî ji her demê bêtir nêz bûye.”

Îlham Ehmed: PKK`ê ji bo gelên bindest Newroz e
21 adar, 2022   11:34
ŞEHBA

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di axaftina xwe de di şahiya Newroza herêma Efrînê de li ser pêwîstiya mezinkirina têkoşînê destnîşan kir û got divê Newroz bibe Newroza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî.

Îlham wiha domand: “Em Newrozê li şehîdan, gelê kurd, cîhanê û şervanên li eniyên şer pîroz dikin.”

`PKK`Ê JI BO GELÊN BINDEST NEWROZ E`

Îlham Ehmed di axaftina xwe de got: “Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo gelên bindest Newroz û hêviya bidestxistina mafê xwe ye. Ji 50 salî ve, partî bi pêşengiya serok Apo ji bo bidestxistina jiyeneke bi rûmet, tê dikoşe.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku bi saya berdêlên şehîdan, siyasetên qirkirin û înkarkirinê têk çûn û got: “Ji ber wan fedakariyên serokên dewletên mezin ev boneya dîrokî pîroz kir û bi saya wan şehîdan di nav azadiyê de ne.”

Îlham daxuyand ku ew dev ji vê rêya rast bernadin û dê bi israra xwe rêya ber bi azadiyê ve temam bikin.

`BERXWEDANA WE LI ŞEHBAYÊ DELÎLA GIRÊDANA WÊ BI AXA XWE YE`

Îlham got: “Em ê teqez her bosteke axa dagirkirî rizgar bikin, berxwedana we li Şehbayê delîla israra me ya girêdana bi axa xwe ye. Bi saya berxwedan û vîna xwe em ê bi ser kevin.”

`EV SAL DÊ BIBE SALA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN`

Îlham di dawiya axaftina xwe de got: “Îsal dê bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û naskirina hebûna gelê kurd li cîhanê ye. Divê em dengê xwe bilind bikin, daxwazên xwe zêde bikin û divê em xwe li cîhanê ferz bikin. Na ji parçebûnê re. Ji mafê me ye ku bi azadî û rûmet bijîn, ji ber ku em gelekî durist in.”

(şx)

ANHA