Aldar Xelîl: Şoreşa herêmê berdewama berxwedana rêber Ocalan

​​​​​​​Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê destnîşan kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama berxwedana rêber Abdullah Ocalan e. Her wiha diyar kir ku ew ji diyaloga bi hikumeta Şamê re vekirî ne lê bi şerta ku destkeftiyên herêmê werin parastin.

Aldar Xelîl: Şoreşa herêmê berdewama berxwedana rêber Ocalan
21 adar, 2022   12:05
​​​​​​​HESEKÊ

Aldar Xelîl tev li pîrozbahiya Newrozê ya li Hesekê bû û axivî.

Di axaftina xwe de destnîşan kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destkeftiyên pêkhatî berdewama berxwedana 2 hezar û 634 salan û berxwedana rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî ji sala 1973`yan ve ye.

Aldar Xelîl wiha domand: “Divê em ji bîr nekin ku şerê cîhanê yê seyemîn rû dide. Divê em ji vê bêtir kar bikin. ya herî girîng, bi giyana Newrozê li gorî pêwîstiyên pêvajoya heyî, bê teredud kar bikin û destkeftiyên pêkhatî biparêzin. Gelek bajarên wekî; Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerabuls, Bab û gelek bajarên din hene ku bi destê dewleta Tirk a dagirker hatina dagirkirin. Divê em wan herêman rizgar bikin.”

Her wiha Aldar Xelîl bang li aliyên ku piştgiriya dewleta Tirk dikin kir, ku dev ji vê girêdanê berdin.

`EM NAHÊLIN BERJEWENDIYÊN KESAYETÎ Û PARTIYETÎ BANDOR LI ŞOREŞA ME BIKE`

Aldar Xelîl daxuyand ku gelên herêmê nahêlin tu alî destkeftiyên ku bi dest xistine têk bibin û got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi sernakeve madem ji tevgerên din ên Kurdistanê qut e û li Rojava sîrondar e. Em nahêlin berjewendiyên kesayetî û partiyetî şoreşa me têk bibe.”

Em ji diyaloga bi hikumeta Şamê re amade ne lê dev ji armancên xwe yên sereke bernadin

Aldar Xelîl bang li gelên herêmê kir ku destekê bidin saziyên Rêveberiya xweser û tê de kar bikin û wiha domand: “Em her tim ji diyalogê bi hemû aliyan re amade ne. Lê dev ji destkeftiyên xwe bernadin di sêrî de Rêveberiya Xweser. Nexasim hikumeta Şamê, lê divê dev ji vê zihniyeta xwe berde.”

Aldar Xelîl di dawiyê de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe ji bêtir lik ser rastiya gelên şoreşger bi rêxistin bikin.

(şx)

ANHA