Pîrozbahiya Newrozê ya li Tebqayê bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Tebqayê bi çalakiyên hunerî bi dawî bûn.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Tebqayê bi dawî bû
Pîrozbahiya Newrozê ya li Tebqayê bi dawî bû
Pîrozbahiya Newrozê ya li Tebqayê bi dawî bû
Pîrozbahiya Newrozê ya li Tebqayê bi dawî bû
Pîrozbahiya Newrozê ya li Tebqayê bi dawî bû
20 adar, 2022   14:22
TEBQA

Komîteya Amadekar a Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Tebqayê bi dirûşma "Bi vîna gel em ê Newroza 2022'an bikin Newroz azadiya rêber Apo" şahiyek li dar xist.

Di destpêka şahiyê de agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan, şêx û rûspiyên êl û endamên saziyên sivîl ên Tebqayê ve hate vêxistin, piştre li ser girîngiya vê rojê axaftin hatin kirin û hat destnîşankirin ku Newroz ji gelên cîhanê re azadî anî û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan jî yek ji armancên wan ên sereke ye.

Piştre Koma Avesta Xabûr, Koma Durat El-Furat û Koma Cirniyê ya taybet stran bi zimanê erebî û kurdî pêşkêş kirin.

Koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê jî şanoyek bi navê "Gavek" li ser pêwîstiya derbaskirina tirsê ya li pêşiya mirov pêşkêş kir.

Di dawiya şahiyê de Koma Kevneşopî ya Tebqayê stran pêşkêş kirin.

(dx)

ANHA