Rêveberiya Xweser: Newroz ji sembolên dîrokî yên têkoşîn û yekitiyê ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirk u “Newroz rêgezên yekitiya gelan û hevgirtina wan xurttir dike, israr û hêza berdewamkirina berxwedanê ji bo avakirina vîneke azad zêdetir dike. Newroz ji sembolên dîrokî yên têkoşîn û yekitiyê ye.”

Rêveberiya Xweser: Newroz ji sembolên dîrokî yên têkoşîn û yekitiyê ye
20 adar, 2022   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Newrozê daxuyaniyek da û got:

“Newroz xwedî wateyên bêhempa ye. Di dîroka azadiyê de guhertineke girîng e. Nîşaneyeke diyar a berxwedanê ye ku gelê herêmê pê serfiraz e. Ji sembolên dîrokî yên berxwedan û yekitiyê ye ku li hember zilmê, çewisandinê û înkarkirinê bi ser ket.

Newroz; vejîneke rastîn a dîrokî ya jiyanê ye. Berxwedana Newrozê bingeha pêkanîna rûmet û jiyana azad e. Vê rojê, wate da şoreşa gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Tevî hemû astengiyan û pîlanan, lê têkoşîna gelê me, hevgirtin û yekitiya wî nîşaneyeke vê giyanê azadîxwaz e. Bi ruhê Newrozê her sal berxwedan geş û mezin dibe.

Rêgezên Newrozê ku bingeha wê berxwedan e, heman rêgezên ku yekitî û hevgirtina gelan xurtir dike û israra wan a pêkanîna vîneke azad zêdetir dike.

Kurd îro bi heman astê bi pêkhate û gelên din re hewl dide berxwedanê berdewam bike, yekitiyê ruxmî pirrengiyê bi rêya projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan pêk bîne.

Em Newrozê li gelê xwe, malbatên şehîdan, koçberên Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî pîroz dikin. Pêwîsiya me bi yekitiyê heye da ku Sûriyeyeke demokratîk û azad ava bikin.

Em ji gelê xwe re destnîşan dikin ku em ji Newrozê û giyana wê ya berxwedêr, ji berxwedana gelê xwe hêz digirin da ku armancên gelê xwe pêk bînin, herêmên dagirkirî rizgar bikin û şoreşa gel li mîrasa Newrozê zêde bikin û azadî, edalet û wekheviyê pêk bînin.”

(şx)

ANHA