Sersaxî ji malbata şehîd Awaz Bêrîtan re hate xwestin

Şêniyên herêma Firatê sersaxî ji malbata şehîd Dicle Seyid Ehmed (Awar Bêrîtan) re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Awaz Bêrîtan re hate xwestin
20 adar, 2022   14:36
KOBANÊ

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, saziyên civaka sivîl di nav de, bi dehan şêniyên herêma Firatê  bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re herikîn bin konê sersaxiyê  yê şehîd Dicle Seyd Ehmed (Awar Bêrîtan) û sersaxî dan malbatê.

Konê sersaxiyê li ber mala şehîd a li gundê Dimercek ê başûrê Kobanê hate vegirtin.

Li bin konê sersaxiyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Elî axivî û got: "Ev gund hem manewî hem cesedî dûrî şoreşa xwe neket, bi erka ku dikeve ser milên wan rabûn ji ber ku erka şoreşa me, erkeke însanî ye ji lewma vî gundi di çarçoveya mirovahiyê de isbata hebûna xwe kir."

Gêlo Elî ev li gotina xwe zêde kir: "Meha Adarê bi meha Newrozê û şehîdan tê naskirin û em Meclisa Malbatên Şehîdan li hemberî şehîdan soza xwe nû dikin û em ê tu carî dev ji xeta wan bernedin."

Birayê şehîd Dicle, Egîd Îbrahîm bixêrhatina mêvanan kir û got: "Ev ne şehîda yekemîn a şoreşê ye û wê ne ya dawî be jî. Me navê şehîd Egîd û Mezlûm rakirin û em ê yê şehîd Awaz jî rakirin. Di heman demê de hemû şehîdên Kurdistanê ji bo min xwişk û birayên min in."

Şervana YPJ`ê Şehîd Dicle Seyid Ehmed (Awaz Bêrîtan) 2015`an  li navçeya Til Temir gihaşt şehadetê. Duh li bajarê Kobanê jî merasîmê bîranînê jê hate lidarxistin.

(eh)

ANHA