​​​​​​​‘Dem dema derxistina navê PKK'ê ji ‘lîsteya terorê’ ye’

Însiyatîfa Gel a Helebê banga derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" kir û got "Êdî dem dema derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" ye."

​​​​​​​‘Dem dema derxistina navê PKK'ê ji ‘lîsteya terorê’ ye’
20 adar, 2022   13:43
HELEB

Însiyatîfa Gel a Helebê bi armanca derxistina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" daxuyaniyek da raya giştî.

Bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kom bûn û daxuyanî ji aliyê endamê Însiyatîfa Gel a Helebê Reşîd Reşo ve hat xwendin. Daxuyanî wiha ye:

"Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo gelê Kurd sembola berxwedan û hebûnê ye. PKK gel e, gel jî PKK ye û rêber Ocalan ne tenê rêberê Kurdan e, rêberê gelên Rojhilata Navîn û rêberê azadî, demokrasî û aştiyê ye.

Dem hatiye ku navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" bê derxistin, dem hatiye ku tarîtiya zilm û faşîzmê bi dawî bibe, ji ber ku kilîta rizgariya cîhanê ji krîzan û çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan e.

Divê civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY), rêxistinên mafên mirovan û CPT destwerdanê bikin û zextê li hikumeta AKP'ê bikin û dawî li siyasetên qirkirinê yên 50 sal e li ser gelê Kurd tên meşandin, bînin.

Hemû beşên civakê; rewşenbîr, hiqûqnas, rojnamevan, nivîskar, çalakvanên mafên mirovan û kedkarên ji hemû pêkhateyên gelê Sûriyê, beşdarî hemleya komkirina îmzeyan ji bo derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" bûn û zêdetirî 52 hezar îmze hatin komkirin.

Zarokên ku li ser felsefeya şerê gel ê şoreşgerî ku nûnertiya wê projeya neteweya demokratîk, mezin bûne, dê piştgiriya xwe ya ji bo PKK’ê ku nûnertiya hêza rizgariya civak û mirovahiyê ji zilm, zordarî û terorê dike, bidomînin."

(dx)