Ukrayna dê çekên nû ji DYA'yê wergire

Destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di hefteya 4`an de didome. Rayedarên ukraynayî ragihand ku welatê wî dê beşeke din a çekan ji DYA'yê wergire.

Ukrayna dê çekên nû ji DYA'yê wergire
20 adar, 2022   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ket roja xwe ya 25'an. Artêşa Rûsyayê hedefgirtina nuqteyên leşkerî yên Ukraynayê didomîne. Sekreterê Meclisa Ewlehî û Parastinê ya Ukraynayê eşkere kir ku Ukrayna dê di nava çend rojan de beşeke din a çekan ji DYA`yê wergire ku di nav de moşekên Javelin û Stinger jî hene.

Rayedarên ukraynayî ragihand ku li Mariupolê zirar gihaştiye kargeha madenê ya herî mezin a Ewropayê. Li aliyekî din meclisa bajêr eşkere kir ku hefteya borî bi hezaran kes ji Mariupolê derketine û derbasî Rûsyayê bûne.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê derbasî nav tabûra ‘Aidar’ a Ukraynayê bûne û 30 endamên wê kuştine. Beriya wê jî artêşa Rûsyayê ragihandibû ku bi moşekên pêşketî navendên leşkerî, baregehên leşkerî û sîstemên parastina hewayî yên Ukraynayê rûxandine.

Li gorî AFP`yê, Rûsyayê duh hişyarî da ku mayinên ku li Deryaya Reş hatine çandin, dibe ku bandorê li Tengava Stenbolê û Deryaya Spî bikin.

Saziya Ewlehiya Federal a Rûsyayê (FSB) di daxuyaniya xwe de ragihand ku piştî destpêkirina destwerdana Rûsyayê, Hêzên Deryayî yên Ukraynayê mayin li nêzî benderên Odessa, Ochakov, Çernomorsk û Yuzhny çandine.

FSB'ê daxuyand ku kabloyên mayinan ku bi benderan ve girê didin, ji ber bahozan qut bûne û hişyarî da ku mayin dibe ku di nava Deryaya Reş de belav bibin.

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) duh da zanîn ku ji 18'ê Adarê ve herî kêm 847 sivîl li Ukraynayê hatine kuştin û hezar û 399 kes birîndar bûne.

Ajansa TASS a Rûsyayê ku agahiyên xwe dispêre serokê Navenda Birêvebirina Kar û Barên Parastinê Mikhail Mizintsev, duh ragihand ku welatê wî 10 korîdorên mirovî li bajarên Kîev, Mariupol, Çernîgov, Sumy û Kharkov yên Ukraynayê vekirine.

Di çarçoyeya ferzkirina cezayên li ser Rûsyayê de rayedarên Awistralyayê li ser hinardekirina alumînyûmê bo Rûsyayê qedexe danî.

Di heman demê de, hikumeta Awistralyayê 15,5 milyon dolar pakêteke alîkariya leşkerî ji bo Ukraynayê amade kiriye û dê zêdetirî 22 milyon dolar wek alîkariyên mirovî yên lezgîn ji bo sivîlên li Ukraynayê veqetîne.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji dewleta Tirk re pêşniyar kir ku sîstemên parastina hewayî yên S-400 ên Rûsyayê radestî hêzên Ukraynayê bike.

Reutersê jî ragihand ku berpirsên amerîkî di meha borî de di peywendiyên xwe yên li gel hempîşeyên xwe yên Tirkiyê re ev nêrîn anîne ziman, lê tu daxwazeke taybet û fermî di vê derbarê de nehatiye kirin.

Slovakyayê berê diyar kiribû ku ew ji bo veguhestina sîstemên parastina hewayî yên S-300 bo Ukraynayê amade ye, heke DYA alternatîfeke guncaw ji vê sîstemê re peyda bike.

Ajansa nûçeyan a Çînê Xinhua jî eşkere kir ku serokê Çînê Xi Jinping bang li hempîşeyê xwe yê Amerîkayê kir ku divê welatên mezin îstîqrara cîhanê û jiyana bi milyaran kesan li ber çavan bigirin. Xi Jinping her wiha got çareseriya mayînde ew e ku welatên mezin rêzê li hev bigirin, zîhniyeta şerê sar nepejirînin û sîstemeke ewlehiyê ya hevseng, bibandor û mayînde ji bo cîhanê ava bikin.

Serokê Çînê di peywendiyeke telefonê de got divê hemû alî bi hev re piştgirîya Rûsya û Ukraynayê bikin da ku bi rêya diyalogê bigihêjin encamên aştiyane. Her wiha divê DYA û NATO bi Rûsyayê re diyalogê bikin ji bo çareserkirina krîza Ukraynayê û kêmkirina fikarên ewlehiyê.

(dx)